Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Îraqê careke din hêz bir nahiyeya Sergeranê ya Kerkûkê û negişt cotkarên Kurd zeviyên xwe cot bikin.
Li gorî gotina cotkaran piştî mudaxaleya Parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Talebanî artêş ji nava wan vekişiyan.
Sibehê hêzêke mezin a Artêşa Îraqê li Kerkûkê çû nava zeviyên cotkarên Kurd ên nahiyeya Sergeranê û nehiştin cotkar karên xwe bikin.
Cotkarekî Kurd ê nahiyeya Sergeranê di dema leşker diçûn ser zeviyên wan vîdeoyek ji Rûdawê re şand.
Di wê vîdeoyê de cotkar bang li Rêbiwar Taha û Alîkarê Serokê Parlamentoya Kurdisanê Şaxewan Ebdullah kir û ji wan xwest pirsgirêka zeviyên wan çareser bikin.
Cotkarê Kurd dibêje, ji ber ku Kurd in Artêşa Îraqê bi hêzeke wisa bi ser wan de hatiye û dixwaze sîstema avdanê ya nava zeviyên wan têk bide.
Nûçegihanê Rûdawê yê Kerkûkê Herdî Mihemed çû cihê bûyerê.
Nûnerê cotkarên Kurd ên Pelkaneyê ê bi navê Mihemed li ser bûyerê ji Rûdawê re axivî û got:
“Serê sibehê efserekî pêwendî bi min re durist kir û eşkere kir ku dê ji Kerkûkê hêzeke taybet were û otomobîlên mezin bi wan re ne.
Ew dê sîstema we ya avê têk bidin û bibin.
Min jî bi fermandarê lîwaya me re got, 'heger sîstemeke sîstemên avê yan jî amûrek ji ser zeviyan were rakirin ez dê kesên din agahdar bikim.'
Hinek li pişt Erebên hawirde ne û ew jî aloziyê li herêmê durist dikin.”
Li gorî gotina nûnerê cotkaran Rêbiwar Taha mudaxaleyî pirsgirêkê kiriye û piştî mudaxaleya wî hêza Îraqê ji nava zeviyan vekişiyaye.
Cotkarekî Kurd diyar kir ku leşkerên Îraqê beriya ku ji nava zeviyan vekişin hinek boriyên avdanê şikandine lê wî neditiye ku leşkeran ti borî bi xwe re biribin.
“Heger xak çû meaş ji bo çi ye?”
Yek ji cotkarên bi temen ê Kurd jî bangî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û wiha got:
“Heger xaka te biçe meaşê te ji bo çi ye? Nabe ji Kerkûkê hêz ji bo ser zeviyên me bê şandin û rê li ber cotkarên Kurd bigirin.
Em dê karên xwe bikin û bi çi awayî jî be em dê karê xwe bikin.”
Li gorî agahiyên Rûdawê, hêzên Artêşa Îraqê li hemû gundên nahiyeya Sergaranê geriyan û hişyarî dan cotkaran ku zeviyên xwe cot nekin.
Artêşa Îraqê ji cotkaran xwestiye ku belgeyên parêzgariyê û Dezgeha Çandiniyê ya Kerkûkê yên li ser zeviyên rawestînin heta ku dozên li ser zeviyan çareser bibin.
Artêşa Îraqê ji cotkarên Kurd re diyar dike ku ew belgeyên parêzgariyê û Dezgeha Çandiniyê ya Kerkûkê jê re nehatine.
Beriya bi 2 hefteyan Serokê Komîsyona Parastina Cotkarên Kurdistanê Mihemed Emîn li ser pirsgirêkê cotkarên Kerkûkê ji Rûdawê re diyar kiribû tevî nûnerên Erebên hawirde ew bi Parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Taha re civiyane û pirgirêka zeviyan hatiye çareserkirin.
Li gorî gotina Mihemed Emîn ji bilî 3 parçe zeviyan wan li hev kiriye ku hemû zeviyan cot bikin.
Rejima Beasê wekî diyarî zeviyên Kurdan dane wan Erebên hawirde.
Sala 2003yan li gorî madeya 140î ya destûra Îraqê Kurd dîsa vegeriyan ser zeviyên xwe.
Piştî bûyerên 16ê Çiriya Paşîn a 2017an Erebên hawirde careke din vegeriyan herêmê û dixwazin dîsa zeviyên Kurdan dagir bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse