Derdora gundekî Çemçemalê hat bombebarankirin

28-12-2023
RÛDAW
Nîşan Dron Bombebaran Silêmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê nahiyeya Axçelerê diyar kir ku saet 14.00an dronan gundê Çinartûyê bombebaran kir.

Rêveberê nahiyeya Axçelerê yê navçeya Çemçemala Silêmaniyê Hêmin Behcet ji Rûdawê re ragihand, piştî bombebaranê firoke li esmanê navçeyê geriyan.

Herî dawî di meha Tebaxê de gundê Çinartûyê hat bombebarankirin û di encamê de 2 endamên PKKyê canê xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

Gundê Çinartûyê gundekî şên e ku welatî lê dijîn, bombebaran 500 metreyî dûrî gund hatiye kirin.

Roja şarşemê demjimêr derdora 06:00 û 08:00ê sibehê, du dronan gundê Tuteqeliyê yê heman nahyeyê bombebaran kirin.

Rêveberê nahiyeya Axçelerê yê navçeya Çemçemala Silêmaniyê Hêmin Behcet got ku doh 5 caran gund hatiye bombebarankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst