'Çiyayê Cûdiyê ji bo rantê tê şewitandin'

28-07-2023
RÛDAW
Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dilsiz
Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dilsiz
Nîşan Çiyayê Cûdî Şewata Daristanan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sê roj in agir bi daristanên Çiyayê Cûdiyê yên li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ketiye.

Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dilsiz got, “Herçend bêjin ji ber ewlekariyê ye jî ji ber rantê ye.”

Leşkerên artêşa Tirkiyeyê yên li wê herêmê li ser tora civakî vîdeoyeke şewatê belav kiriye û ji ber agirê li daristanê kêfxweşiya xwe tînin ziman.

"Terorîstno! Ez ji we re dibêjim"

Leşkerekî Artêşa Tirkiyê anî ziman, “Terorîstno! Ez ji we re dibêjim, binêrin weke hûn dibînin li vî alî jî agir heye.”

Li Çiyayê Cûdiyê di navbera gundên Sorbitmê û Gera Mihetê yên nêzîkî qereqoleke artêşa Tirkiyeyê 26ê Tîrmehê ji ber topbarana artêşa Tirkiyê agir dest pê kir.

"Ji ber rantê ye"

Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dilsiz amaje pê kir ku du sê sal in li ser hev bi hincetên ewlehiyê darên li herêmê tên birîn û şewitandin û got:

“Em serî li dezgehên fermî didin lê dibêjin ti desthilata me nîne, ji ber ewlekariyê em vî tiştî dikin. Herçend bêjin ji ber ewlekariyê ye jî ji ber rantê ye. Dê wir bêdar û daristan bihêlin û ji bo kompanyayên xwe bikine cihê rantê.”

Ji bo vemirandina agir tiştek nayê kirin. Hêzên ewlehiyê jî rê nadin ku xelk biçe herêmê û agir vemirîne.

Parlamentera YSPyê Nevroz Uysal Aslanê jî got, “Ji ber ku agir li herêma leşkerî ya qedexekirî ye, xelk xemgîn e û nikare destwerdanê bike.”

Ji ber bayê gur agir zêdetir belav dibe û li rûberekî fireh ê herêmê belav bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst