Serokê Baroya Wanê: Heqareta li dijî Alaya Kurdistanê sûc e

28-03-2025
RÛDAW
Sînan Ozaraz û Hêvîdar Zana\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Sînan Ozaraz û Hêvîdar Zana\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Alaya Kurdistanê Sînan Ozaraz Baroua Wanê Tirkiye Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz li ser devaêtina Alaya Kurdistanê got, “Heqareta dijî Alaya Kurdistanê sûc e.”

Herî dawî li Parlamentoya Tirkiyeyê Alaya Kurdistanê bûbû sedema aloziyê ku parlamenterên ÎYÎ Partiyê gotibûn “paçik” û parlamenterên DEM Partiyê nerazîbûn nîşan dabû.

Di xwenîşandanên CHPyê de jî Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansur Yavaş bi heman awayî heqaret li Alaya Kurdistanê kiribû.

Karvedenên li dijî Alaya Kurdistanê berdewam dikin.

Baroyên Amed, Mêrdîn û Wanê giliyê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansur Yavaş kir.

Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz îro li ser hesabê xwe yê Xê bang li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.

Sînan Ozaraz ji Mesrûr Barzanî xwest ku wekaletê bide wî da ku li Tirkiyeyê li hemberî wan kesên ku devavêtina Alaya Kurdistanê dozê veke.

“Me giliyê Mansur Yavaş kir”

Serokê Baroya Wanê bû mêvanê Bultena Bakur a Rûdawê û behsa pêla bêrêziya li hemberî Alaya Kurdsitanê kir û got:

“Hin siyasetmedarên li Stenbolê ji bo diyarkirina nerazîbûna xwe ya li dijî kiryaran li Saraçhaneyê axaftin dikirin.

Di nav wan axaftinan de Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansur Yavaş jî yek ji axaftvanan bû.

Mansur Yavaş di axaftina xwe de li şûna ku nerazîbûna xwe ya li hemberî bêqanûniyê diyar bike, pirsiyar kir ku çima ew bêqanûniya li ser wan tê sepandin li ser Kurdan nayê sepandin.

Helbet dema ku wî ev tişt anî zimên, di heman demê de bi taybetî qada pîrozkirina Newrozê ku Kurdan tê de Alaya Kurdistanê bi kar anîne kir hedef.

Bi taybetî derbarê Alaya Kurdistanê de gotineke nizm a wekî paçik bi kar anî û hewl da ku wê biçûk bixe û heqaretê lê bike.

Bi vî awayî ne tenê heqaret û neheqî li hemberî Kurdan anî zimên, di heman demê de Alaya Kurdan a ku bi awayekî gerdûnî hatiye naskirin û her wiha Alaya Hikûmeta Federal a Kurdistanê jî kir hedef û bi gotina paçik bêhurmetî kir.

Helbet wekî Baroya Wanê me pêşiyê giliyî wî kir.

Mijara giliyê me, biçûkxistina gelê Kurd, gotinên dijminatiyê yên li hemberî gelê Kurd û sûcên ku ji ber gotinên ku nefretê zêde dikin bûn.”

“Kesên bêrêzî li Alaya Kurdistanê kirine divê bên cezakirin”

Sînan Ozaraz diyar kir ku kesên êrişî Alaya Kurdistanê kirine divê bên cezakirin û wiha domand:

“Axaftin û gotinên nizm û heqareta dijî Ala Kurdistanê sûc e. Li gorî xala 341 a destûra Tirkiyeyê ev suc e.

Li gorî mewzûatan gotinên ku al û sembolan biçûk dikin û heqaretê li wan dikin dibin sedema sûc û yên ku vî sûcî dikin dikarin bên cezakirin.

Di vê mewzûatê de cudahiyek heye. Li gorî vê mewzûatê, ew dewleta ku xwediyê wê al û sembolê ye dikare dozê veke.

Li wir tenê saziya ku dikare gilî bike ew dewlet e ku ew al ya wê ye.

Ji ber vê yekê, bi taybetî li ser vê xalê, bi taybetî li Wanê, min wekî kesê qanûnî got ku eger wekalet were dayîn ez dikarim pêdiviyên qanûnî pêk bînim û heta eger em jî nebin, em bawer dikin ku Hikûmeta Federal a Kurdistanê jî bi awayekî li Tirkiyeyê dikarê gilyê van kesan bike.

Banga min jî di vê mijarê de li Hikûmeta Federal a Kurdistanê bû. Li gorî qaydeyên qanûnî yên Tirkiyeyê welatî nikarin gelî giliyê wan kesan bikin.”

"Divê rayedarên Tirkiyeyê lêkolînê bikin"

Parêzer Sînan Ozaran bangî berpirsên Tirkiyeyê jî kir û got:

“Divê rayedarên fermî û dozgeriyên Tirkiyeyê bi xwe lêkolîna xwe bikin û dozan vekin.

Ev tişt mixabin li Tirkiyeyê hîn jî di warê parastina nirxên Kurdan de bi cih nebûye.

Lêkolîn û cezakirina pêwîst hîn pêk nehatiye. Bi hêviya ku di pêşerojê de ev tişt çêbibe.

Em van giliyan, van bangan, van piştgiriyan dikin da ku ev çand li Tirkiyeyê bi cih bibe û ev çalakî û axaftin ji bo hişyarkirina vê çandê ne.

Divê em dev ji hedefgirtina hev berdin û divê em ji nirxên hev re, ji sembolên hev re û ji çanda hev re rêzê bigirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst