Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojhilatê Kurdistanê piştî greva salvegera canjidestana Jîna Emîniyê 8 Kurd hatin desteserkirin û bi dehan dikan jî hatin mohrkirin.
Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê piştî greva dikandaran a 16ê Îlonê zextên dewleta Îranê li ser Kurdên sîvîl berdewam dikin.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) di navbera 13 û 17ê Îlonê de herî kêm 8 Kurd hatine desteserkirin û bi dehan dikan û firoşgeh jî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatine mohrkirin.
16ê Îlonê salvegera çarem a mirina Jîna Emînî û destpêka serhildanên “Jin, Jiyan, Azadî”yê bû.
Herî kêm 8 Kurd
KHRNyê ragihand ku 17ê Îlonê serê sibehê zû 3 Kurdên bi navê Behdar Esadî, Wahid Şebanî û Salih Derbûbe Çîçek ku ji gundê Gîsiyanê yê girêdayî Urmiyê ne ji aliyê hêzên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê ve hatine desteserkirin.
16ê Îlonê jî Ferheng Dehqanê ji gundê Dizê û Mecîd Ebtehacê ji gundê Zîwê ku her du jî girêdayî Urmiyeyê ne, hatine desteserkirin.
Li gorî heman çavkaniyê Mehran Îbrahîmzadeyê ji Mehabadê û Xaliq Heqîqetxahê ji gundê Siyawanê yê girêdayî Şinoyê 15ê Îlonê hatine desteserkirin.
13ê Îlonê jî hêzên Îstixbarata Pasdaran êrişî cihê karê Mihemed Mihemedzadeyê ji Dîwanderê kir û ew desteserkirin.
KHRNyê diyar kir ku kesên hatine desteserkirin bêyî ku biryara dadgehê ji wan re were nîşandan hatine desteserkirin û cihê wan hîn jî ne diyar e.
Malbatên girtiyan nayên agahdarkirin
Li gorî raporê KHRNyê malbatên wan kesan çend caran serdana navendên ewlehiyê û dadgehê kirine da ku li ser rewş û cihê wan agahdar bibin lê desthilatdarên ewlehiyê û dadgehan ti agahî li ser rewşa wan nedane.
KHRN destnîşan kir ku heta niha jî cih û rewşa kesên hatine desteserkirin ne diyar e.
Gef li dikandaran hat xwarin
Li gorî KHRNyê piştî greva berfireh a dikandaran a 16ê Îlonê hêzên Îstixbarata Pasdaran li bajarê Kamyaranê telefonî gelek kesan kirine û ji wan xwestine ku demildest werin navendên ewlehiyê.
Li gorî dikandarekî ji Kamyaranê ku bi KHRNyê axiviye, piştî greva li kolana Tûbrehrîzê hêzên Îstixbarata Pasdaran ji wan xwestiye ku di demeke kurt de xwe bigihînin navenda ewlehiyê yan na dê dikanên wan werin girtin.
Hinek bazirgan di êvara heman rojê de çûne navenda ewlehiyê.
Li wir li gorî çavkaniyê, gef li wan hatiye xwarin ku dê li dijî wan doz werin vekirin û ji wan re gotine ku belgeyên nivîskî îmze bikin û soz bidin ku dê careke din tevli ti grevan nabin.
Li gorî heman çavkaniyê dikandarekî temenmezin ku li dijî vê daxwazê nerazî bûye lê xistine û heqaret lê kirine.
Li Sinê û Seqizê dikan hatine mohrkirin
KHRNyê ragihand ku li Sinê hêzên Wezareta Îstixbaratê herî kêm çar dikandar di dema greva 16ê Îlonê de desteserkirine.
Her wiha KHRNyê diyar kir ku bi dehan dikan li Sinê û Seqizê bi biryara dadgehê hatine mohrkirin.
Gefa berî grevê
Berî destpêka grevê 15ê Îlonê hinek malperên serhêl û kanalên Telegramê yên girêdayî saziyên ewlehiyê daxuyaniyek belav kiriye û dikandaran hişyar kiriye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku her cure piştgirî yan hevkariyeke dikandar û komeleyên bazirganiyê bi “tawanên dijîşoreşê” re rûbirû bimînin û dê bibe sedema mohrkirina dikanên wan a heta şeş mehan.
Li gorî KHRNyê desteserkirin, gefxwarin û mohrkirina dikanan a derdorê 16ê Îlonê di çarçoveya zextên berfirehtir ên desthilatdarên Îranê yên li ser Kurdên ku bi salvegera Jîna Emînî û tevgera “Jin, Jiyan, Azadî”yê re pêwendîdar hatine dîtin pêk hatiye.



