DEM Partî dê ji bo ‘pêvajoyê’ li zêdetirî 40 bajaran civîn û çalakiyan li dar bixe

28-01-2025
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Pêvajoya Nû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partî piştî serdanên Îmraliyê dê dest bi çalakiyên xwe bike.

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) dê bi navê “Civînên Azadî û Aştiya Civakî” li zêdetirî 40 bajaran civînan li dar bixe.

Şandeya DEM Partiyê ya ku ji Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldanê pêk dihat, 28ê meha borî û 22yê vê mehê piştî banga Serokê MHPyê Devlet Bahçelî du caran çûn serdana Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re civiya.

Li gorî agahiyan, DEM Partiyê roja duşemê di civîna Desteya Birêvebiriya Navendî (MYK) de biryar da ku li ser peyamên ji hevdîtinên bi Ocalan re li parêzgehên cuda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê civînên bi navê “Civînên Azadî û Aştiya Civakî” li dar bixe.

Armanca “Civînên Azadî û Aştiya Civakî” agahdarkirina gel a ji “pêvajoya nû” ye.

DEM Partiyê li ser civînan bernameyeke berfireh amade kiriye.

Li gorî bernameyê, DEM Partî dê ji 1 heta 16ê Sibata 2025an li zêdetirî 40 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê civînan li dar bixe û li 3 bajaran jî mîtîngan saz bike.

Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmoglullari li gel hevserokên DBPyê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Uçar û hejmarek parlamenter û berpirsên DEM Partiyê dê beşdarî civînan bibin.

Di çarçoveya van çalakiyan de dê li 3 bajaran mîtîngên mezin bên lidarxistin:

- Mîtînga yekem dê 2yê Sibatê li Stenbolê li Meydana Esenyurtê bi beşdariya Tulay Hatîmogullariyê bê sazkirin.

- Mîtînga duyem dê 8ê Sibatê li Amedê bi pêşengiya DBPyê û beşdariya Tuncer Bakirhan bê lidarxistin.

- Mîtînga sêyem dê 9ê Sibatê li Mersînê bi beşdariya Tulay Hatîmogullariyê bê sazkirin.

Piştî van mîtîngan dê “Civînên Azadî û Aştiya Civakî” berdewam bikin.

Di navbera 12 û 14ê Sibatê de dê DEM Partî li Îzmîr, Stenbol, Amed, Antalya, Aydin, Riha û gelek bajarên din biçe serdana esnafan û belavokan belav bike.

Her wiha dê biçin serdana Dayîkên Aştiyê û dayikên girtiyan.

Li Stenbolê jî dê li gel nivîskar, akademîsyen û rewşenbîran çalakî û civînên cuda bên sazkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst