Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê Berpirsê nû yê Ofîsa Pêwendiyan a Yekîtiya Ewropayê (YE) Stephan Wendt kir.
Berpirsê nû yê Yekîtiya Ewropayê di hevdîtinê de ragihand ku ew xwe wekî piştgir û hevalbendê Herêma Kurdistanê dibînin.
Baregeha Barzanî li ser hevdîtina Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê Berpirsê nû yê Ofîsa Pêwendiyan a Yekîtiya Ewropayê (YE) Stephan Wendt daxuyaniyek belav kir
Li gorî daxuyaniyê, Stephan Wendt kêfxweşiya xwe ya ji bo hevdîtina bi Serok Barzanî re û destpêkirina erkê xwe ya nû anî zimên.
Wendt her wiha spasiya dilvekirî û mêvandariya gelê Kurdistanê kir.
"YE bi girîngî li pêgeha Herêma Kurdistanê dinêre"
Wekî ku di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, Stephan Wendt destnîşan kir ku Yekîtiya Ewropayê bi girîngiyeke mezin li pêgeh û bandora Herêma Kurdistanê ya li ser asta Îraq û herêmê dinêre.
Wendt diyar kir ku Yekîtiya Ewropayê xwe wekî piştgir û hevalbenda Herêma Kurdistanê dibîne.
Avakirina hikûmetê û rewşa herêmê
Li gorî daxuyaniyên, di beşeke din a hevdîtinê de rewşa siyasî, bipêşketin û aloziyên li herêmê hatine gotûbêjkirin.
Her du aliyan her wiha derbarê astengiyên li ber çalakkirina parlamentoyê û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bîr û ra bi hev guhertin.

.jpg&w=3840&q=75)

