Hewlêr (Rûdaw) - Nêzîkî 7 sal in Girê Spî ji aliyê komên çekdar ên opozisyona Sûriyeyê ve hatibû dagirkirin, niha pêvajoya radestkirin û vegerandina zeviyên çandiniyê dest pê kir.
Di vê çarçoveyê de, pêşkêşvana Rûdawê Wehbê Romî li ser hûrgiliyên vê mijarê hevpeyvînek li gel yek ji xwediyên zeviyan ê bi navê Mistefa Hec Fadil kir ku wî zeviyên xwe yên li Girê Spî wergirtine.
Mistefa Hec Fadil di hevpeyvîna xwe ya taybet a ligel Rûdawê de diyar kir ku di sala 2019an de piştî êriş û dagirkirina herêmê, Kurdên deverê neçarî koçberiyê bûn û bi hezaran donim zeviyên wan ji aliyê çekdaran û malbatên wan ve hatin desteserkin û çandin.
Fadil ragihand ku piştî hewldanên berdewam û daxwazên yasayî, îro li ser "Xeta 10" ku wekî devereke gelekî bi xêr û bêr tê naskirin, hezar 250 donim zeviyên wî yên çandiniyê jê re hatine vegerandin.
Her wiha wî da zanîn ku ji bilî wî, zeviyên çend kesên din jî hatine vegerandin ku di nav wan de nêzîkî 450 donim erdê malbata Xelfo û zeviyên Subhî Xelfo hene û bi vî awayî îro bi giştî pênc kesan zeviyên xwe yên dagirkirî wergirtine.
Li gorî daxuyaniya Mistefa Hec Fadil, ev pêvajo bi koordînasyon û birêvebiriya rasterast a Parêzgarê Reqayê Ebdilrehman Selame, Alîkarê Parêzgar Mihemed Hemdî, nûnerê Sekreteriya Giştî Mekrem Hadî û Birêvebirê Navçeya Girê Spî Muqedem Seed bi rê ve çûye.
Fadil eşkere kir ku ji bo parastina ewlehiyê û rêgirtina li ber her astengiyekê, hêzeke berfireh a Hêzên Ewlehiya Giştî ya Sûriyeyê bi heft pîkab û du dronên çavdêriyê pê re çûne gundan û li wir jî şêniyên gund nasnameya wî piştrast kiriye û zevî lê hatine radestkirin.
Her di vê çarçoveyê de ferman hatiye dayîn ku ew malên gundiyan ên ku ji aliyê kesên din ve hatibûn dagirkirin, demildest werin valakirin.
Di dawiya axaftina xwe de, Mistefa Hec Fadil bal kişand ser wê yekê ku gelek şêniyên Kobaniyê li herêma Girê Spî û Eyn Îsayê xwedî bi hezaran donim erd in û ji bo wergirtina mafên wan bangî wan kir ku daxwazên xwe yên yasayî pêşkêş bikin.
Zeviyên devera "Xeta 10" a li Girê Spiyê ji ber nêzîkbûna avê û axa xwe ya sor û reş, ji bo çandina pembû, genim, kîmyon û berhemên din ên çandiniyê, wekî zeviyên herî dewlemend û bi qîmet ên herêmê tên qebûlkirin.


