Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) mercên xwe yên entegrasyonê eşkere kirin û got, “Parastina nasnameya jinan xeta me ya sereke ye.”
Fermandariya Giştî ya YPJyê îro li ser pêvajoya entegrasyonê ya bi hikûmeta Sûriyeyê re û qonaxa nû li ser malpera xwe peyamek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, dan û standinên ji bo tevlîbûnê didomin.
YPJyê mercê xwe yê sereke jî eşkere kir û xwest ku nasname û destkeftên jinan werin parastin.
YPJyê diyar kir ku ew di têkoşîna li dijî terorê û parastina nirxên mirovahiyê de xwedî dîrok û sekneke girîng in.
Her wiha YPJyê li ser rûdanên dawî gel û raya giştî agahdar kirin.
Nîqaşên li ser entegrasyonê didomin
YPJyê destnîşan kir ku hewldanên ji bo pêkanîna aramiya herêmê û avakirina paşerojeke ewle didomin û got:
"Nîqaş û nirxandinên li ser pêvajoya entegrasyonê didomin. Di vê pêvajoyê de, YPJ wekî hêzeke xweser û taybet cihê xwe digire."
“YPJ sembola îrade û keda jinê ye”
Fermandariya Giştî ya YPJyê bal kişand ser rola jinan û wiha pê de çû:
"YPJ ne tenê hêzeke leşkerî ye. Di heman demê de sembola îrade û keda jinê ye.
Ji ber vê yekê, li ser hûrgiliyên beşdarbûnê û rola YPJyê ya di avaniya nû de, nîqaşên berfireh didomin.
Ev nîqaş li ser bingeha parastina nasname, tecrube û destkeftên jinan tên kirin."
Xeta me ya sereke parastina destkeftan e
YPJyê di beşa dawî ya daxuyaniyê de xeta xwe ya sor eşkere kir û got:
"Em wekî YPJ diyar dikin ku di her gavê de xeta me ya sereke parastina destkeftên gelê me û mafên rewa yên jinan e.
Encamên van nîqaşan dê di rojên pêş de bi awayekî zelal ji raya giştî re werin ragihandin."


.jpg&w=3840&q=75)
