Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê 3 leşkerên wan hatine kuştin, leşkerekî wan jî birîndar bûye.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser kuştina leşkerên xwe daxuyaniyek belav kir.
Wezaretê da zanîn ku ev leşker, li herêma Zap-Avaşînê ya Başûrê Kurdistanê hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê, leşkerê wan ê ku hatine kuştin Necdet Çaliş, Emrah Gunduz û Fevzî Kizlitaş in.
Herwiha, hat zanîn ku Necdet Çaliş ji Edeneya Tirkiyeyê, Emrah Gunduz ji Erzingana Bakurê Kurdistanê û Fevzî Kizlitaş jî ji Rihaya Bakurê Kurdistanê ne.
Li aliyê din, HPGyê ragihandibû ku wan 49 leşkerên Tirkiyeyê kuştine û 3 gerîlayan canê xwe ji dest daye.
“Operasyona Pence-Kilîdê”
Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse