Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê dest bi belavkirina tovê genim kir.
Rêveberiya Xweser her toneke genimê tov bi 225 dolaran difiroşe cotkaran.
Li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên Rêveberiya Xweser, Saziya Pêşxistin û Pirkirina Tovan amadehiyan ji bo sala çandiniyê ya 2024-2025an dike.
Sazî her toneke genimê tov bi 225 dolaran difiroşe cotkaran.
Di salên borî, ji ber ku cotkaran tovên nedermankirî bikar anîbûn nexweşî ketibûn zadên cotkaran û dahata genimê cotkaran kêm bûbû.
Saziya Pêşxistin û Pirkirina Tovan a Rêveberiya Xweser hewl dide zêdeyî 100 hezar ton tovê bêjingkirî û dermankirî ji cotkaran re bo sala çandiniyê ya 2024-2025an amade bike.
“Heta niha 11 hezar ton genim hatiye amadekirin”
Endamê Hevserokatiya Saziya Pêşxistin û Pirkirina Tovan a Rêveberiya Xweser Salih Bozan li ser amadehiyan axivî û wiha got:
“Li gorî biryara hejmar 6 a Desteya Çandinî û Avdaniyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tenê Saziya Pêşxistin û Pirkirina Tovan ji bêjingkirin û dermankirina tovên çandniyê yên paqij û parastî berpirsyar e.
Me di vî warî de bi hevahengî tevî Desteya Çandinî û Avdaniyê ji bo cîbicîkirina vê biryarê komîte saz kirine.
Me heta niha 11 hezar ton genimê bêjingkirî û dermankirî amade kiriye da ku li ser cotkaran bên belavkirin.”
Salên borî ji ber li çend navçeyên Rêveberiya Xweser cotkaran coven ne dermankirî bikar anîbûn, nexweşî ketibûn zadên wan û di encam de berhemekî zêde kêm bi dest xistibûn.
Saziya Pêşxistin û Pirkirina Tovan a Rêveberiya Xweser li ser tovan hişyariyê dide.
“Tov parastî ye”
Salih Bozan di berdewamiyê jî de behsa girîngiya tovê paqij kir û wiha got
“Tovê ji aliyê Saziya Pêşxistin û Pirkirina Tovan tovekî bêjingkirî û dermankirî ye ji hemû nexweşiyan parastî ye.
Ji aliyê pisporên çandiniyê ve hatiye çavdêrîkirin di encamê de wê berhemekî zêde baş bide û cotkar sûd û qazancê jê bibînin.
Her wiha ev tov ewlehiya xwarina civakê dabîn dike, her tonek bi 225 dolaran e û li gor plana çandiniyê cotkaran tê firotin.”
Saziya Pêşxistin û Pirkirina Tovan a Rêveberiya Xweser diyar dike ku wan heta niha 3 hezar girêbestên wergirtina tovên çandiniyê bi cotkaran re pêk anîne.
Sazî bo sala çandiniyê ya 2024-2025an hewl dide zêdeyî 100 hezar ton tovê bêjingkirî û dermankirî ji cotkaran re amade bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse