Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Robariyayê yê navçeya Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê xelkê gund piştî zêdetirî 50 salan çû ser zeviyên xwe.
Ew zevî serdema rejîma Baasê di çarçoveya plana "Kembera Erebî" de ji destê Kurdan hatibûn derxistin.
Niştecihê gundê Robariyayê Ebdulhelîm ku bi navê Bavê Zana tê naskirin bû mêhvanê bultena Rûdawê û pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin.
Bavê Zana li ser rewşa dawî ya gund û zeviyên hatine dagirkirin agahiyên berfireh dan.
Destwerdana Hêzên Asayîşê
Li gorî agahiyên ku Bavê Zana dane, xelkê gundê Robariyayê bi traktoran çûye nav wan zeviyên ku di destê "Erebên Xemer" de bûn.
Xelkê gund nêzîkî 250 - 300 çuwal (pîvaneke herêmî ya erdê ye) zevî cot kirine.
Piştî vê gavê Hêzên Asayîşê çûne cem gundiyan û xwestiye ku cotkirina zeviyan were rawestandin da ku şer û alozî dernekeve.
Bavê Zana li ser destwerdana Asayîşê got:
"Hêzên Asayîşê ji me re got niha cot nekin, em dê di demeke nêzîk de bi rêyên yasayî û bi aliyên pêwendîdar re çareseriyekê bibînin.
Asayîşê soz da xelkê gund ku dê doza wan bi awayekî fermî bişopîne. Lê xelkê me jî bi biryardarî got ku em ti carî rê nadin Erebên Xemer zeviyên me biçînin."
"Tapoyên me hene lê zeviyên me kirin mezrayên dewletê"
Bavê Zana eşkere kir ku Robariya gundekî kevnar û mezin e û nêzîkî 200 malî lê dijîn.
Li derdora wî gundî jî 6 gundên din ên wekî Sencaq, Jêlik û Kêşkê hene.
Wî da zanîn ku bi giştî nêzîkî 3 hezar çuwal zeviyên wan hebûn lê salên 1974 û 1975an rejîma Sûriyeyê bi biryareke şovenîst dest daniye ser erdên wan.
Bavê Zana li ser belge û tapoyên zeviyan axivî û wiha pê de çû:
"Wê demê dewletê zeviyên me dagir kirin û kirin mezrayên dewletê. Senedên temlîkê (tapo) yên 64 malbatên gundê me yên fermî ji aliyê dewletê ve hebûn û hîn jî li cem me hene.
Tevî ku tapo li ser navê me bûn jî rejîmê ew zevî ji me standin û piştî çend salan dan Erebên Xemer. Dewletê nêzîkî 104 malbatên Ereban anîn herêma me lê ji wan tenê 40-50 malbat li vir man û yên din nehatin. Zeviyên çar gundên Kurdan dane gundekî Ereban."
"Erebên Xemer zeviyên me difroşin"
Bavê Zana destnîşan kir ku niha li gundên wan tenê dora 15-20 malên Ereban mane û ew bi xwe jî zeviyan cot nakin.
Ew zeviyên Kurdan bi kirê didin cotkarên din an jî hewl didin bi bihayekî gelekî kêm bifroşin xelkê herêmê da ku beriya vegerê pereyan ji xwe re peyda bikin.
Bavê Zana tekez kir ku helwesta Kurdên herêmê li ser vê mijarê gelekî zelal e û got:
"Beriya niha di navbera me û hemû xelkê herêmê de biryarek hatibû dayîn ku ti kes zeviyên Erebên Xemer nekire. Ji ber ku ew zeviyên Kurdan in û bi zilmê hatine desteserkirin.
Heger kesek bi dizî bikire jî, ji berîka xwe dikire û zerera wî ji xwe re ye. Dema ku roj hat, em dê wan zeviyan ji destê wan derxînin û xwediyên resen dê debara xwe li ser erdê xwe bikin."
Wî her wiha bi bîr xist ku di serhildana 2004an a Qamişloyê de jî xelkê gund berxwedaneke mezin nîşan da û hema bêje hemû Erebên Xemer ji herêmê reviyabûn lê piştre hinek ji wan bi piştgiriya desthilatê vegeriyan.
"Erdên herî bibereket ji me standin"
Bavê Zana bal kişand ser awayê dabeşkirina zeviyan a serdema Baasê.
Li gorî wî, dewletê zeviyên deştê yên herî xurt, dewlemend û bibereket dane Ereban lê tenê gir û cihên kevirî ji Kurdan re hiştine.
Wî li ser vê yekê jî wiha got, “Erdê herî qelew û bibereket ji me standin û dan wan. Ji me re tenê kevir û kendal man.
Me bi destan û bi ajelan li nav wan keviran nîsk û nok diçandin lê dîsa jî dewlet dihat û dest danî ser berhemên me.
Gelek caran xelkê me girtin û xistin zindanan. Mamosteyên me, ciwanên me bi salan di zindanan de man tenê ji ber ku xwestin xwedî li axa xwe derkevin."
Bavê Zana bangî hemû gundên Rojavayê Kurdistanê yên ku zeviyên wan di çarçoveya Kembera Erebî de hatine dagirkirin kir ku yekdeng bin.
Bavê Zana ji gundiyan xwest ku ew li hemberî vê neheqiya dîrokî rawestin û nehêlin mafê wan ê rewa were binpêkirin.


