‘Li 7 gundên Wanê xwendekar nikarin biçin dibistanan’

27-09-2023
RÛDAW
Nîşan Wan Elbak Perwerde Servîs Gulcan Kaçmaz Sayyigit
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera Partiya Çepên Kesk (YSP) Gulcan Kaçmaz Sayyigit ragihand ku li 7 gundên Wanê xwendekar ji ber nebûna servîsan nikarin biçin dibistanan.

Li Bakurê Kurdistanê ev zêdeyî 2 hefteyan e dibistan vebûne lê li hinek navçe û gundan xwendekar ji ber nebûna servîsan nikarin biçin dibistanan.

 Parlamentera YSPyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyigit îro ev pirsgirêka li çend gund û navçeyên Wanê   bir rojeva Parlamentoya Tirkiyeyê.

Gulcan Kaçmaz Sayyigit di pêşniyarpirseke xwe ya ji bo Wezîrê Perwerdê yê Tirkiyeyê Yusuf Tekîn de ragihand ku li gundên Kirbali, Meydanli, Yanal, Tahil, Topluca, Orenkale û Yavuzlar ên navçeya Elbakê xwendekar ji ber nebûna servîsan nikarin biçin dibistanan.

Gulcan Kaçmaz Sayyigit di pêşniyarpirsa xwe de ji Yusuf Tekîn dipirse, “Gelo hûn agahdar in ku li van 7 gundan bi sedan xwendekar naçin dibistanan?”

Sayyigit ameje bi wê yekê kir ku li Wanê “perwerdeya bi rêya veguhastina xwendekaran” êdî bûye pirsgirêkeke kronîk a ciddî û got:

“Li gelek gundan ji ber perwerdeya bi rêya veguhastinê, xwendekar bi mehan naçin dibistanan. Bi girtina dibistanên gundan û nemana derfeta perwerdeya li cihê xwe pirsgirêkeke cidî çêbûye.”

Sayyigit destnîşan kir ku bi hatina demsala zivistanê, li Wanê ji ber şert û mercên keşûhewayê, xwegihandina dibistanan a bi rêya servîsan dê zehmettir bibe û got:

“Ji ber vê yekê li navçeyên Şax, Elbak û Çaldêranê û gundan berî ku zivistan dest pê bike divê ji bo ewlehiya canê xwendekarnan di servîsên dibistanan de gav bên avêtin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst