Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê ragihand ku şandeyeke partiya dê di roja duyem a Cejna Remezanê de partiyên siyasî ziyaret bike û cejna wan pîroz bike.
DEM Partiya ku berdewamiya HDPyê ye piştî 10 salan cara yekem dê di cejnê de AK Partiyê ziyar bike û cara yekem jî cejna MHPyê pîroz dike.
Şandeyeke DEM Partiyê ku ji Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Parlamenterê Colemêrgê Onur Duşunmez, Endama Komîsyona Gelan û Baweriyan Zeyno Bayramoglu pêk tê dê roja duyem a cejnê (31ê Adara 2025an) di çarçoveya pîrozbahiyên Cejna Remezanê de partiyên siyasî ziyaret bike.
Her wiha hinek partiyên siyasî jî dê DEM Partiyê ziyaret bikin û cejna wê pîroz bikin.
Hat ragihandin ku şandeyên partiyên siyasî yên ku Navenda Giştî ya DEM Partiyê ziyaret bikin dê ji aliyê Alîkarê Hevserokê Giştî û Berpirsê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Ozturk Turkdogan, Alîkarê Hevserok û Berpirsê Komîsyona Gelan û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu û Parlamenterê Bedlîsê Huseyîn Olan ve bên pêşwazîkirin.
Ev di demekê de ye DEM Partî piştî 10 salan cara yekem e ku di cejnê de serdana AK Partiyê bike û cejna wê pîroz dike.
Di heman demê de cara yekem di cejnê de dê serdana MHPê jî bike û cejna wê pîroz bike.
Bernameya pîrozbahiyê ya DEM Partiyê wiha ye:
Demjimêrên serdana şandeya DEM Partiyê ji bo aliyên siyasî:
09:25 - 09:40 Partiya Tevgera Neteweperest (MHP)
10:15 - 10:30 Partiya Paşerojê
12:30 - 12:45 Partiya Dad û Geşedanê (AK Partî)
13:30 - 13:45 Partiya Seadetê
14:15 - 14:30 Partiya DEVAyê
Demjimêrên ku şandeyê DEM Partiyê pêşwaziyê li şandên din ên partiyên siyasî bike
09:25 - 09:40 Partiya Tevgera Neteweperest (MHP)
10:15 - 10:30 Partiya Pêşerojê
12:30 - 12:45 Partiya Dad û Geşedanê (AK Partî)
13:30 - 13:45 Partiya Seadetê
14:15 - 14:30 Partiya DEVAyê
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse