Navenda Nûçeyan – Li bajarê Efrînê 2 leşkerên artêşa Tirkiyê di dema çalakiyên legerinê de canê xwe ji dest dan.
Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê ya girêdayî wê 18ê Adara 2018ê piştî ku şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bajarê Efrînê vekişiyan ew ketibûn navenda bajêr.
Hêza Çekdar a Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku 2 leşker ji ber teqemeniya berî hatî vedan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor daxuyaniyê leşkerên artêşa Tirkiyê di demaçalakiya lêgerînê de hatine kuştin û Hêza Çekdar a Tirkiyê sersaxî ji malbatên leşkerên kuştî re xwest.



