Hewlêr (Rûdaw) - Li Îranê cezayê lêdana 74 qamçiyan li hunermenda Îranî Perestû Ehmedî û 4 kesên din hat bicihanîn.
Parêzerê Perestû Ehmediyê Mistefa Nîlî îro li ser miajrê daxuyaniyek da.
Nîlî ragihand ku cezayê lêdana 74 qamçiyan ê li ser hunermend Perestû Ehmedî û 4 kesên din li bajarê Qûmê hatiye bicihanîn.
Dosyeya wan şandibûn Qûmê
Parêzer Mistefa Nîlî li ser pêvajoya bicihanîna cezayê wan got:
"Piştî pesendkirina cezayê wan û şandina dosyeya Perestû Ehmedî, Suheyl Feqê Nesîrî, Emîn Tahirî, Umîd Elî Pîrniya û Muhsîn Leşkerî ya ji bo Dadgeha Qûmê, îro cezayê wan hat bicihanîn."
Li karwansarayê konsera bê hîcab dabû
Perestû Ehmediyê 11ê Kanûna Pêşîn a 2024an li karwansarayeke wî welatî bêyî girtina serê xwe konserek li dar xistibû.
Wê ew konser li ser kanala xwe ya Youtubeyê bi awayekî zindî weşandibû.
Perestû Ehmediyê di konsera xwe de stranên wekî "Mera Bebûs" (Min Maç Bike), "Ez Xûnê Cewananê Veten" (Ji Xwîna Ciwanên Welêt), "Ezîz Cûn" (Canê Ezîz) û "Çî Sazem" gotibûn.
Ji dema xwenîşandanan ve dihat darizandin
Perestû Ehmediyê di dema xwenîşandanên 2022yan ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de jî strana "Ez Xûnê Cewananê Veten" gotibû.
Ji ber wê stranê, payîza sala 2023yan li Dadgeha Tehranê li dijî wê dosye hatibû vekirin û ew hatibû darizandin.
Qedexeya li hemberî jinan
Li Îranê hîcab ji bo jinan mecbûrî ye û bi yasayan hatiye diyarkirin. Li gorî yasayên wî welatî, divê ji bilî rûyê jinan ti cihekî laşê wan xuya neke.
Her wiha ji 1979an û vir ve bi fermî qedexe ye ku jin bi tena serê xwe stran bibêjin.
Dezgeha Dadwerî ya Îranê 18ê Hezîrana 2026an cezayê 74 qamçiyan, qedexekirina karê hunerî û du salan qedexeya derketina derveyî welêt li Perestû Ehmedî û 8 muzîkjenan birîbû.



