کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Recep Tayyîp Erdogan / Wêne: AA

Recep Tayyîp Erdogan / Wêne: AA

TIRKIYE

Erdogan: Li Xakurkê 14 şikeft hatine valakirin

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

23-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran23-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Di Komîsyona Budceyê de 'bajarên Kurdan' bûn sedema nîqaşê
TIRKIYE23-11-2026

Di Komîsyona Budceyê de 'bajarên Kurdan' bûn sedema nîqaşê

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê peyama Abdullah Ocalan eşkere kir
TIRKIYE23-11-2026

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê peyama Abdullah Ocalan eşkere kir

Kabîneya Tirkiyeyê dicive, pêvajoya çareseriyê û çekdanîna PKKyê tên nirxandin
TIRKIYE23-11-2026

Kabîneya Tirkiyeyê dicive, pêvajoya çareseriyê û çekdanîna PKKyê tên nirxandin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser pêvajoyê got, "Li Xakurkê 14 şikeft hatine valakirin û em dê vê meseleyê ji mijara gelê xwe derxin."

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî Civîna Kabîneyê daxuyanî da û pêvajoya aştiyê nirxand.

Erdogan diyar kir ku ew dê ji pêvajoyê paşve gavê neavêjin û ji bo bigihîjin armancên xwe dê bi biryardarî bi pêş ve biçin.

Erdogan ragihand ku ew dê pêvajoyê bi biryardarî bidomînin û got:

"Bêyî ku em gaveke bi tenê jî bi paş ve bavêjin, em dê her tim ber bi pêş ve biçin û bi îzna Xwedê vê meseleyê bi temamî ji rojeva miletê xwe derxin."

"Em rê nadin bibe amûra şantaja siyasî"

Erdogan da zanîn ku ew dixwazin pêvajo bi lihevkirineke berfireh a siyasî û civakî bi pêş bikeve lê ew destûrê nadin ku ev mijar bibe "amûra şantaja siyasî."

Serokkomarê Tirkiyeyê li ser vê xalê got:

"Neyeta me ew e ku em pêvajoya 'Tirkiyeya Bêteror' bi lihevkirineke herî berfireh a siyasî û civakî bi rê ve bibin lê belê em rê nadin ku meseleyeke wiha bibe amûra şantaja siyasî."

Li herêmê hema hema hemû şikeft hatin valakirin

Erdogan li ser xebatên ewlehiyê yên li herêmê jî agahî dan û diyar kir ku li Xakurkê 14 şikeftên din hatine valakirin û got:

"Bi vî awayî li herêma Xakurk, Zap û Metînayê hema bêje hemû şikeft hatin valakirin."

"Taqeta herêmê nemaye ku winda bike"

Erdogan destnîşan kir ku başbûna rewşa ewlehiyê dê bandoreke erênî li jiyana aborî û civakî bike.

Wî da zanîn ku bi xurtbûna ewlehiyê re astengiyên li ber veberhênan, hilberîn, îstixdam û geştiyariyê radibin.

Erdogan tekez kir ku êdî taqeta Tirkiyeyê û xelkê herêmê nemaye ku winda bikin û wiha pê de çû:

"Êdî teqeta welatê me nemaye ku winda bike. Teqeta Rojhilat û Başûrê Rojhilat nemaye ku winda bike.

Taqeta ti welatiyê min nemaye ku winda bike. Ji kîjan kokê dibe bila bibe, ev milet êdî naxwaze winda bike.

Em jî wekî tifaq û desthilatdarî dixebitin ku em vê yekê pêk bînin."

"Me hemû bedena xwe daniye bin kevir"

Erdogan eşkere kir ku ew ji bo serkeftina pêvajoyê bi biryar in û haya wan ji berpirsyariya li ser milê wan heye.

Serokkomarê Tirkiyeyê axaftina xwe wiha domand:

"Em bi emaneta li ser milê xwe dizanin. Ji bo serkeftina vê pêvajoyê me dilê xwe, hestên xwe û heta hemû bedena xwe daniye bin kevir."

Pirsên