کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

TIRKIYE

Gergerlîoglu: Li girtîgehan hêviyeke mezin heye lê dibe ku pêvajo bimîne piştî serê salê

RÛDAW

RÛDAW

23-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW23-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Erdogan: Li Xakurkê 14 şikeft hatine valakirin
TIRKIYE23-11-2026

Erdogan: Li Xakurkê 14 şikeft hatine valakirin

Di Komîsyona Budceyê de 'bajarên Kurdan' bûn sedema nîqaşê
TIRKIYE23-11-2026

Di Komîsyona Budceyê de 'bajarên Kurdan' bûn sedema nîqaşê

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê peyama Abdullah Ocalan eşkere kir
TIRKIYE23-11-2026

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê peyama Abdullah Ocalan eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Kocaeliyê yê DEM Partiyê Omer Faruk Gergerlîoglu got, "Li girtîgehan hêviyeke mezin heye lê dibe ku pêvajo bimîne piştî serê salê."

Parlamenterê Kocaeliyê yê DEM Partiyê Omer Faruk Gergerlîoglu beşdarî bultena Bakur a Rûdawê bû û nîqaşên li ser "yasaya çarçoveyê", hêviyên li girtîgehan, formulên berdanê û rewşa girtiyên nexweş nirxandin.

Gergerlîoglu da zanîn ku li girtîgehan hêvî û bendewariyeke mezin heye lê belê ji ber pêvajoyên tesbît û erêkirinê yên li qadê, dibe ku ev rêkxistin bimîne piştî serê salê.

"Xelkê çenteyên xwe amade kiribûn lê ti bipêşketin tune"

Gergerlîoglu diyar kir ku ew gelek caran serdana girtîgehan dike û da zanîn ku piştî ketina rojevê ya yasaya çarçoveyê, hem li cem girtiyan û hem jî li cem malbatên wan hêviyeke mezin çêbû û got:

"Piştî qebûlkirina yasaya çarçoveyê li girtîgehan bendewariyeke mezin çêbû.

Xelkê hema bêje çenteyên xwe amade kiribûn û xizmên wan jî li malên xwe odeyên girtiyan amade kiribûn.

Ez parlamenterek im ku gelekî serdana girtîgehan dikim û bi her kesî re hevdîtinan dikim. Pêleke mezin a hêviyê çêbûbû.

Bê guman beşek ji wan kesên di nav vê bendewariyê de nexweş bûn.

Wan digot 'Bila em di demeke nêzîk de derkevin derve û tedawiyeke baş a nexweşiya xwe li derve bikin.'

Lê piştî tebaxê, îlon, çiriya pêşîn û niha jî Çiriya Paşîn bi dawî dibe lê hîn ne yasayek heye ne jî derketina girtiyan heye.

Li ser girtiyên nexweş jî ti bipêşketin çênebûye. Ji ber vê yekê hêviyeke mezin heye.

Li girtîgehên Tirkiyeyê nêzîkî nîv milyon girtî hene. Nêzîkî milyonek kesan jî di bin kontrol û çavdêriya edlî de ne.

Li Tirkiyeyê di warê edaletê de pirsgirêkên gelekî mezin hene lê niha ti gav nayên avêtin.

Girtiyên siyasî û yên edlî di nav bendewariyeke gelekî mezin de ne û her roj telefonên me lê didin.

Di Pirsgirêka Kurdan de bendewariya ji yasaya çarçoveyê gelekî mezin e.

Dema em li qadê digerin, xelkê me piştî vê yasayê li benda pêşketinekê bû.

Lê niha bendewariyeke girîng heye û wisa dixuye ku dê ev sekin heta serê salê jî bidome."

"Dibe ku 3 hezar kes sûdê wergirin"

Gergerlîoglu çarçoveya yasayê jî nirxand û anî zimên ku tê axaftin ew kesên piştî 2005an ceza standine û tev li sûcên giran nebûne dikarin ji vê yasayê sûdê wergirin.

Gergerlîoglu li ser pêvajoyê wiha axivî:

"Li gorî daxuyaniyan dema ku yasa derkeve, em jî dizanin ku yên piştî sala 2005an ceza standine dê karibin sûdê jê wergirin, yên beriya wê nikarin.

Yên cezayê heta hetayê yê girankirî, heta hetayê xwarine û kes kuştine nikarin sûdê wergirin û yên din dê bi rengekî sûdê wergirin.

Dîmen wisa ye lê di vê mijarê de jî pirsgirêkeke girîng heye. Hûn dibînin, dema xelkê li bendê bû di meha çiriya pêşîn de gav were avêtin, niha di pêvajoyê de pirsgirêkeke girîng heye.

Hejmareke zêde dê sûd jê wergirtina. Erê, beşek ji mirovan jî dê sûd wernenegirtina, em vê jî dizanin.

Lê ji bo wan jî çareseriyek hatibû dîtin. Li ser hinek rêbazan dihat fikirîn ku ew li cihekî bimînin û bêyî çekan li ciyekî cih bigirin.

Di destpêkê de her kesî li ser vê mijarê li hev kiribû lê pişt re ti pêşketin çênebû. Normal e ku kesek jî were berdan, dê hêviyeke mezin çêbibe.

Di raya giştî de bendewariya li ser Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê gelekî zêde ye lê li ser wê mijarê sozên girîng nayên dayîn.

Lê herî kêm gerîlayên piştî sala 2005an ên ku çekên xwe danîne, tev li ti çalakiyan nebûne, kesek nekujine yan jî yên ne gerîla ne lê cezayên wan ên 3, 5, 10 û 20 salan hene, dê hinek ji wan bi daxistina 5-10 salan sûdê ji vê bibînin."

"Ez di wê baweriyê de me ku dê bimîne piştî serê salê"

Gergerlîoglu qala qonaxên MÎT û Desteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) jî kir û hêviyên xwe wiha anîn zimên:

"Eger derî bê vekirin û lihevkirinek çêbibe, erêkirina yasaya çarçoveyê, tesbîtkirina çekdanînê ya li qadê ji aliyê MÎTyê ve û pişt re biryara MGKyê pêk were û girtî dest bi derketinê bikin, dê tansiyon gelekî dakeve û alozî kêm bibe.

Niha her çendî ne gelekî zelal be jî wisa dixuye ku derdora 3 hezar gerîla dikarin sûdê ji vê wergirin.

Dîmen hinekî wisa ye lê ne mimkin e ku em di vê mijarê de hejmareke tam bidin.

Ez difikirim ku tenê bila gavek bê avêtin, ya din dê li pey were. Ez bi xwe ne gelekî geşbîn im. Texmîna min a şexsî ew e ku ev yek dê heta serê salê dirêj bibe.

Çimkî tesbîtên li qadê, pişt re hûrgiliyên wê û pêşkêşkirina wê ya ji bo MGKyê pêvajoyek e û dê wext bigire. Loma ez bawer nakim ku bigihîje vê mehê.

Eger çêbibe dê bibe surprîzeke girîng û xweş. Em dixwazin çêbibe lê ez texmîn nakim ku heta serê salê derbas bibe. Ez di wê baweriyê de me ku dê bimîne piştî serê salê."

"Li girtîgehan herî kêm 1500-2000 girtiyên giran nexweş hene"

Gergerlîoglu li ser rêjeya tijebûna girtîgehan û binpêkirinên mafan ên li hemberî girtiyên nexweş rawestiya û nobeta edaletê ya li ber Wezareta Dadê bi bîr xist û got:

"Di rastiyê de li girtîgehan cihê 303 hezar kesan heye lê derdora 440 hezar girtiyan hene. Ji sedî 140 tijebûn heye û amarên cuda tên dayîn.

Tesbîteke tam jî nayê kirin. Çimkî nexweşên ku saziyên mafên mirovan dişopînin carinan beşeke pir berfireh li xwe nagirin.

Mînak Komeleya Mafên Mirovan hejmarê wekî 300-400î eşkere dike lê texmîna min ew e ku 1500-2000 girtiyên nexweş hene.

Ne mimkin e ku mirov xwe bigihîne hemûyan jî, li gorî serlêdanan ev tesbît tên kirin. Ez bawer nakim ku ji 1500-2000î kêmtir girtiyên giran nexweş hebin.

Hejmar pir zêde ye çimkî bi sed hezaran girtî hene û nexweşiyek bi wan re heye. Hinek di qonaxa teşxîsê de ne, hinek jî di qonaxa dermankirinê de ne.

Lê ez vê yekê gelekî baş dizanim ku li girtîgehan mafê tenduristiyê bi giranî tê binpêkirin.

Loma yê saxlem dikeve nexweş derdikeve, yê nexweş dikeve jî di demeke kurt de dimire."

"Dozgerî li dijî biryara bijîşkan derdikeve"

Gergerlîoglu bal kişand ser astengiyên li pêşberî dermankirin û berdana girtiyên nexweş û pê de çû:

"Bi yasaya çarçoveyê re hinek girtiyên nexweş dikaribûn derkevin lê ew jî nebû. Yasa dernekeve jî dema girtî nexweş bin hinek mekanîzma hene:

Diçe nexweşxaneyê, diçe ber destê komîteya tenduristiyê, piştî komîteya tenduristiyê diçe Saziya Tiba Dadî û heke biryara taloqkirina înfazê were dayîn tê berdan.

Lê li Tirkiyeyê ev rûdan di pêvajoyên gelekî zehmet û dirêj de dimeşin.

Ji revîra girtîgehê çûna nexweşxaneyê zehmet e. Muayeneyeke baş zehmet e.

Piştî muayeneyeke baş gihîştina derfetên teşxîsê, MR û tomografiyê zehmet e.

Piştî gihîştina wan jî teşxîs zehmet e û piştî teşxîsê jî derfetên dermankirinê gelekî kêm in.

Hûn di her warî de tengav in û ji ber vê yekê zehmetiyeke mezin dikişînin.

Niha tevî ku biryara taloqkirina înfazê hatiye wergirtin jî dozgerî biryara bijîşkan binpê dikin û dibêjin 'na, ev kes ji girtîgehê dernakeve.'

Dibêjin 'em vî girtiyî metirsîdar dibînin.' Tevî ku li ser doşeka mirinê be jî dibêjin nikare derkeve û girtî li girtîgehê dimire, bi tabûtê tê berdan.

Rûdanên wiha jî hene. Niha li ser vê mijarê pirsgirêk gelekî mezin e û ji ber vê yekê li ber Wezareta Dadê ev hefteyek e nobeta edaletê didome."

Nûçeyên Têkildar

Erdogan: Li Xakurkê 14 şikeft hatine valakirin
TIRKIYE23-11-2026

Erdogan: Li Xakurkê 14 şikeft hatine valakirin

Di Komîsyona Budceyê de 'bajarên Kurdan' bûn sedema nîqaşê
TIRKIYE23-11-2026

Di Komîsyona Budceyê de 'bajarên Kurdan' bûn sedema nîqaşê

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê peyama Abdullah Ocalan eşkere kir
TIRKIYE23-11-2026

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê peyama Abdullah Ocalan eşkere kir

Pirsên