Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Lîberal a Kurdistanê Ferhad Têlo ji Rûdawê re got, “Piştî ku HSD ji Minbicê derket gelek kuştin, revandin û talan çêbûn. Niha miletê Minbicê dixwaze ku HSD vegere.”
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi navbeynkariya Amerîkayê ji Minbicê vekişiyabû û çekdarên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan lê bi cih bûbûn.
Komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan ji 8ê Kanûna Pêşîn ve êrişî Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê jî dikin.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî van her du cihan diparêze û 23yê mehê dest bi êrişa berevajî kiribû.
Serokê Partiya Lîberal a Kurdistanê Ferhad Têlo ji Rûdawê re eşkere kir ku gelê Minbicê dixwaze HSD vegere bajêr û got:
“Li Bendava Tişrînê û li hêla Minbicê di navbera HSD û çeteyên girêdayî Tirkan de şerekî dijwar heye.
Alozî li derdora Bendava Tişrînê, Minbicê û Kobaniyê hene.
Dewleta Tirk bi xwe tevlî êrişan bû û Sirîn bombebaran kir.
Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê îro jî Bendava Tişrînê bombebaran kir.
“Agirbestê tim bin pê dikin”
Amerîkî bêhtir li parêzgeha Hisîça hene lê wan li aliyê Sirîn, Kobanî û li milê Reqayê jî cihê xwe girtiye.
Çeteyên girêdayî dewleta Tirk û Tirk agirbestê tim bin pê dikin.
Amerîkî jî dizanin ku Bendava Tişrînê di nav metirsiyeke mezin de ye, zererên gelekî gihane bendavê.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk heta aniha karîbû wan çeteyan dûrî bendava Tişrînê bikin.
“Miletê Minbicê dixwaze HSD wan rizgar bike”
Piştî ku HSD ji Minbicê derket, li gorî tifaqa ku Amerîkî di nav de bûn, me dît ku çi qas talanî, kuştin û revandin li bajarê Minbicê çêbûn.
Ev bû xwestekek, daxwaza miletê Minbicê bi hemû pêkhateyên xwe yên Ereb, Kurd ku karibin dengê xwe bigihînin Hêzên Sûriyeya Demokratîk da ku karibin wan ji van çeteyan rizgar bikin.”
“Leşkerên Amerîkayê bi cih dibin”
Ferhad Têlo da zanîn ku Amerîkayê leşkerên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê zêde kirine û got:
“Agahiyên me hene ku bi cih dibin û cihê xwe digirin.
Berê 900 leşkerên Amerîkayê hebûn lê îro zêdeyî 2 hezar leşkerên Amerîkayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih dibin.”
Ferhad Têlo li ser hewlên ji bo diyaloga Kurdan jî got ku ji bo avakirina şandeyekê demek hatiye diyarkirin.
Serokê Partiya Lîberal a Kurdistanê hevdîtina ENKS û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî bi bîr anî û got:
“Mezlûm Ebdî şertên ENKSyê yên ji bo berdana girtiyan birin ser milê xwe.
Em ji bo diyaloga Kurdan li benda bersiva ENKSyê ne.”
“Helwesta Mezlûm Ebdî zelal e”
Ferhad Têlo li ser mijara “şervanên ne Sûriyeyî” jî got:
“Mezlûm Ebdî gotiye eger lihevkirin çêbibe şervanên ne Sûriyeyî dê ji Rojavayê derkevin, helwesta wî zelal e.
Lê çima îro Koalîsyon qebûl dike bi Colanî re diyalogê bike û nayê xwestin ku kesên biyanî yên di lîsteya terorê de ji nav wan derkevin?
Ew gotin tê ser gerîlayên PKKyê ku wan li aliyê birayên xwe li dijî DAIŞê, li dijî terorê şer kiriye.
Ev nêrîn dualî ye, ev jî Kurd in. Me jî di dema şoreşa Barzaniyê nemir de li Başûrê Kurdistanê xwîn daye, me li Bakurê Kurdistanê di dema şerê PKKyê yê li dijî dewleta terorê, dewleta Tirk, ya ku îro li Bakurê Kurdistanê dagirker e de xwîn daye.”
Serokê Partiya Lîberal a Kurdistanê Ferhad Têlo ji Rûdawê re got:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 26, 2024
🎙️Ji bo avakirina şandeyekê demek hatiye diyarkirin
🎙️Mezlûm Ebdî şertên ENKSyê yên ji bo berdana girtiyan birin ser milê xwe
🎙️Li Bendava Tişrînê û li hêla Minbicê şerekî dijwar heye
🎙️Dewleta Tirk jî tevlî… pic.twitter.com/Ss8uo5SprP
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse