Mehdî Jafarzadeh: Em dikarin Kurdî li cîhana ferazî bi cih bikin

26-06-2024
Mehmed Salih Bedirxan
Nîşan Mehdî Jaferzadeh HTML Teknolojî Hişê Çêkirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Lêkolîner û bernamenivîs Mehdî Jafarzadeh diyar kir ku bi rêya cihana teknolojiyê Kurd dikarin Kurdî li cîhana ferazî fermî bikin.

Mehdî lêkolîner û enzdezyarê elekktrîkê ye û Kurdekî Xorasanê ye.

Li Zanîngeha Bûşehrê ya Îranê beşa endezyariya elektrîkê xwendiye.

Li Zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdînê jî wî li ser ziman û çanda Kurdî jî mastera xwe kiriye.

Mehdî niha li Berlînê di beşa endezyariya softwareyê dê bi şirketeka bi navê USUyê ya Almanyayê re dixebite.

Mehdî Jafarzadeh li ser kanala xwe ya YouTubeyê bi Kurdî dersên teknolojiya "html û css"ê dide.

Jafarzadeh li ser kar û xebatên xwe yên li ser cihana kompîterê û teknolojiyê ji Rûdawê re axivî.

Li gorî gotina Jafarzadeh, html û css du teknolojiyên (ziman) bingêhîn in ji bo avakirina malperan.

Eger avakirina malperekê wekî avakirina xaniyekî be, html ji bo avakirina malperan wekî çarçove û skeleta xaniyan e û css jî reng û rûxsara malperan diyar dike.

“Kursên wisa deriyan li ber zimanê Kurdî vedikin”

Mehdî Jafarzadeh di berdewamiya axaftina xwe de behsa armanca vekirina kursa xwe jî kir û wiha got:

“Beriya çend salan dema min xwest hînî bernamenivîsiyê (Programming) bibim, min dît ku materyalên hînbûn û perwerdeyê di vî warî de piranî bi zimanên din in.

Min tiştek bi Kurdî nedît, helbet bi Kurdiya naverast ango Soranî hinek tişt hene.

Ez fikirîm û ji bo kesên ku dixwazin hînî dîzayna malperan bibin û têkevin nava cîhana teknolojiyê bi Kurdî kursekê amade bikim.

Em di demekê da dijîn ku êdî teknolojiyê bi her awayî xwe li jiyana me alandiye û zimanê Kurdî di vî warî da geş nebûye û em li derveyî van mijaran mane.

Kursên bi vî rengî dikarin hinek deriyan li ber zimanê Kurdî vekin.”

Jafarzadeh behsa bandora teknolojiyê û kompîterê ya li ser jiyana mirovahiyê jî kir û wiha axivî:

“Teknolojî û kompîter bûne beşek ji jiyana mirovên îroyî, loma jî gelek pêwîst e em amûr û kelûpelên ku jiyana me bi wan ve girêdayî ne nas bikin.

Em dibînin hejmara telefon û kompîterên hilberandî ji hejmara mirovan zêdetir bûye û bêyê van amûran em nikarin jiyana xwe îdare bikin.

Hînbûna teknolojiyê dikare jiyana me hêsantir bike. Ji ber ku bazirganî, xwendin, danûstandin û gelek aliyên din yên jiyanê girêdayî teknolojyê ne.

Nimûneya herî berbiçav jî di dema koronayê da hat dîtin ku teknolojî çawa dikare pêşiya rawestana jiyana me bigire."

“Em dikarin rêya zimanê xwe ji bo warê teknolojiyê vekin”

Bernamenivîs Jafarzadeh da zanîn ku di warê hişê çêkirî jî de xebatên wî hene û wiha got:

“Hişê çêkirî gaveke pir mezin e di pêşketinên teknolojiyê de û gelekî lezgîn dimeşe.

Eger em behsa ewlehî û neewlehiya wê bikin, helbet hemî amûrên dinyayê dikarin bi rengekî baş û herwisa bi awayekî xerab jî werin bikaranîn.

Wekî mînak em dikarin bi kêrekê hem xiyarekî bibirin û hem jî wê bi şeklekî xeternak bi kar bînin, ev yek girêdayî mirovan e!

Em niha dikarin rehenda baş ya hişê çêkirê bi kar bînin ku dikare jiyana me hêsantir bike.

Ez jî di vî warî da dixebitim. Xebatên min girêdayî pêwendiya di navbera ziman û teknolojiyê de ne.

Gelek sepanên girêdayî zimanî hene ku ji bo bipêşketina wan hewceyiya me bi hişê çêkirî heye.

Wekî nimûne, rastnivîsa dîjîtal, guherîna deng ji bo tekst, guherîna tekst ji bo deng û hwd…

Li kêleka jiyan û pîşeya xwe, ez hewl didim hinek perwerdehiyan amade bikim.

Ev yek gaveke biçûk û girîng e ku em bibînin hîn dereng nebûye em dikarin rêya zimanê xwe ji bo warê teknolojiye vekin!”

Li gorî gotina Mehdî Jafarzadeh, man û nemana zimanên bêstatû girêdayî teknolojiyê ye û ew ji bo Kurdî jî derbas dibe.

“Teknolojî sînoran nas nake”

Lêkolîner Mehdî Jafarzadeh axaftina xwe wisa domand:

“Pir girîng e ku Kurdî di nava cihana ferazî de were fermîkirin. Ji ber ku teknolojî sinoran nas nake ev tişt derfet û şansekî pir mezin e ji bo geşedan û hêzmendkirina zimanî.

Em li amaran binêrin gelek xwendekarên Kurd û herwisa zimanê Kurdî di warên din yên wekî civaknasî û siyasetê da pêş ketine lê bala wan ne li ser teknolojiyê û derfetên wê ye.

Ez hewl didim derdora xwe haydar bikim ku hêza kompîterê û derfetên wê dikarin bi hêsanî astengiyên li ber zimanê me kêmtir bikin û rêya ziman ji bo geşbûn û bipêşketinê vekin.”

Lînka kanala perwerde û kursan a Mehdî Jafarzadeh ev e:

https://www.youtube.com/results?search_query=mehdi+jaferzadeh 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst