Hewlêr (Rûdaw) - Li gundên bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, xwendekarên pola 12an ji ber nebûna mamosteyan rûbirûyî metirsiyeke mezin bûne.
Ev mehek e dibistan vebûne lê ji ber bihabûna mesrefên çûn û hatinê, mamoste naçin gundan û 70 dibistan bê mamoste mane.
Xwendekar li benda mamosteyan in
Li dibistana gundê Til Xezalê yê başûrê Kobaniyê, xwendekarên pola 12an ji bo dersên sereke yên wekî fîzîk û kîmyayê bê mamoste mane.
Ev yek jî amadekariya wan a ji bo ezmûnan gelekî zehmet dike.
Xwendekar Omer Şahîn anî zimên ku ew nizanin dê çawa ezmûnan bikin û got:
"Mamoste nayên dibistanê. Mehek e dibistan vebûye û em nizanin çi li pêşiya me ye. Em nizanin ezmûnên me dê navendî bin an na.
Em nikarin ezmûnan bikin, ji ber ku ne mamosteyên me tên û ne jî me tiştek xwendiye."
Xwendekara bi navê Narîn Mistefayê jî daxwaza peydakirina mamosteyan kir û got:
"Daxwaza me ew e ku mamosteyên fîzîk û kîmyayê ji me re peyda bikin.
Bû mehek dibistan vebûye lê mamoste hîn nehatine. Me hîn ti ders nestandine."
Mûçe kêm e, mesrefa rê giran e
Pirsgirêka nebûna mamosteyan tenê bi gundê Til Xezalê ve sînordar nîne.
Ji destpêka sala nû ya perwerdeyê ve, nêzîkî 70 dibistanên li gundên başûrê Kobaniyê bê mamoste mane.
Sedema sereke ya vê krîzê, dûrbûn van gundan a ji navenda bajêr e.
Hinek gund heta 30 kîlometreyî ji navenda Kobaniyê dûr in û mesrefa çûn û hatinê ji bo mamosteyan gelekî giran e.
Welat Etî ku li Dibistana Til Xezalê mamosteyê zanyariyê ye, da zanîn ku mûçeyê wan têra mesrefa rê nake û ev agahî dan:
"Eger her mamoste ji kîsê xwe biçe dibistanê, divê mehane nêzîkî 50 dolaran bide.
Şofêrên mînîbusan dibêjin em 12 kesan radikin û herî kêm 600 dolarî dixwazin. Yanî li her mamosteyî 50 dolar dikeve.
Dema tu vê li gel meaşê mamosteyan didî ber hev, meaş nêzîkî 70 dolarî ye. Ev yek gelekî giran e û mamoste nikarin vî pereyî bidin."
Birêvebiriya Perwerdeyê çareseriyeke demkî dît
Ji bo zanîna gavên çareseriyê, serdana Birêvebiriya Perwerdeyê ya Kobaniyê hat kirin.
Birêvebiriyê ji bo nîvê yekem ê perwerdeyê çareseriyeke demkî dîtiye lê ji bo nîvê duyem rewş hîn ne diyar e.
Birêvebirê Dibistanên Kobaniyê Azad Berazî li ser mijarê axivî û got:
"Heta niha li hinek gundan pirsgirêkên wiha mane lê ji bo nîveka yekem çareseriyek hat dîtin.
Em spasiya Rêveberiya Xweser dikin, wan mesrefê rê yê nîvê yekem girt ser xwe.
Di vê mehê de dê hikûmet mûçeyê mamosteyan jî bide lê ji bo nîvê duyem dê mamoste bi xwe mesrefê çûn û hatinê bidin."
Ji bo xwendekarên pola 12an, derbasbûna her rojekê tê wateya windakirina derfetekê.
Her çi qasî ji bo nîvê yekem çareseriyek hatibe dîtin jî, pirsgirêka nîvê duyem hîn li cihê xwe ye û nîgeraniya xwendekaran didome.


