Hewlêr (Rûdaw) - Li Herêma Kurdistanê, piştî xebatên berfireh ên ji bo piralîkirina çavkaniyên aboriyê û piştgirîkirina sektora çandiniyê, veberhênana di qada zeytûnan de gihştiye asta xwe ya herî bilind.
Sektora çandiniyê li Herêma Kurdistanê di bin sîwana projeyên nû de serdemeke zêrîn derbas dike.
Veberhênana zeytûnan bi saya zêdebûna kargehên nûjen û piştgiriya hikûmetê ber bi lûtkeyê ve diçe. Ev bipêşketin hem aboriya herêmî geş dike hem jî rê li ber hinardekirina derve vedike.
Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku li herêmê veberhênana zeytûnan zêde dibe û tê pêşbînîkirin ku berhevkirina îsal dê bigihîje 25 hezar tonî.
Berdevkê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê Qareman Qadir ji Rûdawê re ragihand ku zeytûnkarî di sektora çandiniyê ya Herêma Kurdistanê de bûye yek ji qadên herî stratejîk.
Qadir bal kişand ser zêdebûna berbiçav a veberhênanê ya li gorî sala borî û got:
"Veberhênana zeytûnan ku sala borî nêzîkî 18 hezar ton bû, em pêşbînî dikin ku îsal dê bigihîje 25 hezar tonî."
Ji Kurdistanê heta bajarên Îraqê û welatên Kendavê
Berdevkê Wezaretê destnîşan kir ku berhemên xwecihî heta astekî mezin hewcehiyên bazara navxwe dabîn dikin û beşek ji berhemê jî ji bo parêzgehên navîn û başûrê Îraqê û welatên Kendavê tê hinerdekirin.
Qadir da zanîn ku li gel vê yekê jî, ji bo dabînkirina pirrengiya di bazara navxwe de, hawirdekirina zeytûnan a ji bo welatên wekî Tirkiye, Sûriye, Îspanya û Îtalyayê berdewam e.
Dihok di rêza yekem de ye
Li gorî daneyên wezaretê, li seranserê Herêma Kurdistanê li ser rûberê 54 hezar donim zêdetirî 4 milyon darên zeytûnan hene.
Ji aliyê mezinahiya zeviyên zeytûnan û hejmara kargehên xebitandinê ve parêzgeha Dihokê di rêza yekem a Herêma Kurdistanê de cih digire.
Li pey Dihokê jî bi rêzê parêzgehên Helebce, Silêmanî, Hewlêr û Îdareya Serbixwe ya Soranê tên.
Ji Efrînê heta Îspanyayê: Bi dehan cureyên cîhanê tên çandin
Di zeviyên Herêma Kurdistanê de gelek cureyên zeytûnan ên xwecihî û yên ku di asta cîhanê de tên naskirin tên veberhênan.
Li gel cureyên herêmî yên wekî Soranî, Xizirî, Beledî, Xistawî û Başîqî cureyên navneteweyî yên wekî Arbequina, Picual, Koroneiki, Hojiblanca, Nebali û K18 jî tên çandin.
Ji aliyê din ve, di zeviyên nû de giranî li ser veberhênan cureyên mîna Efrînî, Beşîko, Xalxalî û Picual Red hatiye dayîn.



