Hewlêr (Rûdaw) - Xerabûna rêya navbera Sine û Merîwanê ya li Rojhilatê Kurdistanê, metirsî li ser jiyana şofêr û rêwiyan çêdike.
Welatî jî dibêjin, rê ji ber zêdebûna qurbaniyan êdî wekî "Rêya Mirinê" tê naskirin.
Jêrxana rêyê bi temamî xera bûye
Şêniyên her du bajarên Sine û Merîwanê ji ber têkçûna jêrxana rêyê gazinan dikin û destnîşan dikin ku asfalta rêyê bi temamî xera bûye.
Rê tijî çal in û di piraniya beşên wê de xêz û nîşaneyên trafîkê nemane.
Ev yek jî wisa dike ku rojane qezayên giran çêbibin.
Zêdetirî 10 salan e proje temam nebûye
Ev nerazîbûnên welatiyan di demekê de ne ku ji 2012an ve ji bo kêmkirina qurbaniyan û firehkirina rêyê, projeya nûjenkirin û çêkirina rêyê dest pê kiriye.
Lê belê tevî ku zêdetirî deh salan di ser re derbas bûye jî proje hîn nehatiye temamkirin.
Xelkê herêmê dibêjin, desthilatdar her carê bi hincetekê temamkirina projeyê ji bo saleke din bi paş dixin.
Şofêr jî sedema beşeke zêde ya qezayên trafîkê bi nestandardbûna rêyê ve girê didin.
Di heman demê de ew daxwazê ji şofêran dikin ku dema wê rêyê bi kar tînin gelekî baldar bin.
Rêya Sine û Merîwanê li Rojhilatê Kurdistanê yek ji rêyên sereke ye ku tevgera bazirganî û geştyariyê lê zêde ye.
Salane li ser vê rêyê gelek qezayên giran çêdibin û dibe sedema gelek welatiyan.


.jpeg&w=3840&q=75)