AMED - Dergevanek ji avahiyê ket xwarê û mir

26-03-2025
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Abdulrezak Memîş / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Abdulrezak Memîş / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Amed Dergevan Abdulrezak Memîş
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Dergevanê ku di hilbijartinên Parlamentoya Tirkiyeyê de ji Partiya Keskan a Çep li Amedê namzed bû, li avahiya ku lê dixebitî de kete xwarê û canê xwe ji dest da.

Cenazeyê wî li gundê wî hate veşartin.

Abdulrezak Memîş beriya hilbijartinên 14ê Gulana 2023yan a parlamentoya Tirkiyeyê ji bo namzediya li Amedê serî li Partiya Keskan a Çep dabû û dixwest bibe parlamenter.

Lê partiya wî ew nexistibû lîsteyê.

Eger Memîş bibûya parlamenter dê di parlamentoya Tirkiyeyê de cara yekemîn dergevanek cih bigirta.

Hayrî Memîşê kekê Abdulrezak li ser gora birayê xwe lorînd. Lewre namzedê parlamenteriyê Abdulrezak Memîş, li avahiya ku lê kar dikir de ketiye xwarê û jiyana xwe ji dest daye.

Hayrî Memîş ji Rûdawê re got, “Rûniştvanê avahiyê telefon kiriye, gotiye were yek di asansorê de maye.

Di qata heftan de maye, ew jî dibêje qey qata şeşa ye, diçe qata şeşan derî vedike, dengeya xwe winda dike û di valahiya asansorê de dikeve xwarê.”

Huseyîn Memîşê pismamê Abdulrezak jî got, “Çawa derî vedike dikeve xwarê. Kesî ew nedîtiye.

Bi qasî sê saetan di wê valahiyê de maye. Û dûre asansor xebitiye û çend caran çûye ser. Di binê asansorê de jî maye.”

Şîna siyasetmedarê dergevan li gundê wî Bexşiyana Gêlê, li mala birayê wî hatiye danîn.

Bê sîgorte kar dikir

Li gorî ku muxtarê gund û xizmên wî dibêjin ew li cihê kar bê sîgorte hatiye xebitandin û rewşa aboriyê ya malbata wî jî xirab e.

Muxtarê Gundê Bexşiyan Semîh Memîş jî got:

“Malbat here dadgehê jî em dê neheq derkevin. Ka dê çawa xwe biparêze, jina wî û zarokên wî biparêzin nizanim.

Bi awayekî fermî ti mafekî me tune ye. Em wisa dizanin.

Ne tenê ev şexsiyet, bawer dikim li vî welatî îro bi hezaran mirovên wiha dixebitin heye. Divê mirov xwe ji vî awayî biparêzin.”

Hacî Huseyîn Umayê mirovê Abdulrezak jî got, “Mirovê me bû. Wilehî me jê hez jî dikir.

 Xwedê rihma xwe lêke. Vê meha Remezanê em jê razî bûn.”

Dergevan Abdulrezak Memîş dixwest li parlamentoyê bibe dengê karker û hejaran.

Lê wekî gelek hejaran wî jî li ser karekî bê ewlehî, bi awayekî bêdeng ji vê cîhanê koç kir. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst