Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Meşeliyê yê parêzgeha Xarpêtê mêrekî bi navê M.K. bi îdiaya ku wî hevjîna xwe "wekî gur dîtiye" gule li wê reşandin û ew kuşt.
Hasret K.ya 51 salî dayîka 3 zarokan bû.
Bûyer doh bi şev li gundê Meşeliyê yê parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê çêbû.
Li gorî îdiayan, M.K. ji bo ku gur nekeve govê nobed digirt.
M.K. di tariyê de hinek deng bihîstin û liv û tevger dît.
Wî bi tifingê ber bi cihê ku deng jê dihat gule reşandin.
M.K. piştî ku dît kesa lê daye hevjîna wî Hasret K. ye, tîmên tenduristiyê û cendirme agahdar kirin.
Tîmên tenduristiyê çûn gund û wan diyar kir ku Hasret K. miriye.
Cenazeyê Hasret K.yê ji bo otopsiyê hat veguhastin.
Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê li ser bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.
Hêzên cendirmeyan M.K. desteser kir.
M.K. piştî îfadeyê şandin dadgehê lê ew li wir bi şertê kontrola dadî hat berdan.
Lêpirsîna li ser bûyerê berdewam dike.



