Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Ragihandinê ya Birêvebiriya Perwerdeyê ya Parêzgeha Hisîçayê ragihand ku 2 hezar û 317 dibistan ji bo pêşwaziya 410 hezar û 506 xwendekaran amade ne.
Ofîsê diyar kir ku hemû dibistanên parêzgehê ji aliyê îdarî ve bûne yek û girêdayî Birêvebiriya Perwerdeyê ne.
Êdî dabeşkirina di navbera dibistanên hikûmetê û yên Rêveberiya Xweser de nemaye.
Hat diyarkirin, dibe ku di dibistanekê de polên ku bi ziman an jî sîstemên cuda dersê didin hebin.
Berpirsekî Ofîsa Ragihandinê ya Birêvebiriya Perwerdeyê ya Hisîçayê got:
"Fêrkirina sîstema Rêveberiya Xweser a bi zimanê Erebî bi temamî hatiye rawestandin.
Lê fêrkirina sîstemê ya bi zimanê Kurdî ji bo xwendekarên Kurd berdewam dike.
Xwendekarên pêkhateyên din dê sîstema hikûmetê ya fermî bixwînin ku li Şamê hatiye pesendkirin."
Wî berpirsî da zanîn ku Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê bi awayekî fermî sîstema Kurdî ya ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye derxistin û pesendkirin qebûl dike.
Ev yek dê heta amadekirina sîstemeke niştimanî ya berfireh berdewam bike.
Amadehiyên lojîstîk û pirtûk
Li gorî heman çavkaniyî dê 20 hezar kursiyên nû yên dibistanan bi hevahengiya bi Wezareta Perwerdeyê bên belavkirin.
Hejmara pirtûkên hikûmetê yên ku dê îsal bên belavkirin hîn ne diyar e û dê li gorî pêwîstiyan were destnîşankirin.
Sala borî dibistanên parêzgeha Hisîçayê derdora 200 hezar pirtûkên sîstema hikûmetê wergirtibûn.
Li gorî berpirsê ofîsê, pirtûkên bi zimanê Kurdî ji bo belavkirinê amade ne.
Li ser dosyeya dibistanên zererdîtî, di navbera Wezareta Perwerdeyê, Birêvebirî û parêzgeha Hisîçayê de hevahengî heye.
Her wiha bi UNICEF û rêxistinên navneteweyî re ji bo nûjenkirina dibistanên ku bi temamî an jî qismî wêran bûne kar tê kirin.
Tê çaverêkirin ku nûjenkirina beşek ji wan di nava serdema yekem a xwendinê de bi dawî bibe.
Li gorî berpirsê navborî, li parêzgehê zêdetirî 100 dibistanên ku bi temamî yan jî qismî wêran bûne hene.
Birêvebiriya Perwerdeyê ya Hisîçayê dê serjimariyeke berfireh a mamosteyan bike.
Ev yek wekî amadehî ji bo dabeşkirin û erkdarkirina wan a li gorî pêwîstiyan tê kirin.



