Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Hisîçayê nasnameyên 8 endamên xwe eşkere kirin ku li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê di şer û pevçûnan de canê xwe ji dest daye.
Hêzên Ewlehiya Hundirîn ku wekî "Asayîşa Rojava" dihatin naskirin, li ser candana endamên xwe daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew endam di berxwedana li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê de li dijî hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê canê xwe ji dest daye.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn a parêzgeha Hisîçayê di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbatan re xwest.
Her wiha hat destnîşankirin ku ew dê rêya wan a bi rûmet bişopînin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku fedakariya wan dê bibe meşaleyek ji bo aramî û ewlehiyê.
Nasnameyên endaman
Li gorî daxuyaniyê, agahiyên li ser nasnameyên endamên ku canê xwe ji dest daye wiha ne:
Navê tevgerî: Berfîn Kobanê / Nav û paşnav: Newroz Weys / Navê dayîkê: Şahîde / Navê bav: Mustafa / Cih û dîroka candanê: Heleb – Şêx Meqsûd – 9ê Kanûna Paşîn a 2026an.
Navê tevgerî: Roheyv Şervan / Nav û paşnav: Raperîn Naman / Navê dayîkê: Bahîce / Navê bav: Edhem / Cih û dîroka candanê: Heleb – Şêx Meqsûd – 9ê Kanûna Paşîn a 2026an.
Navê tevgerî: Zîlan Rojger / Nav û paşnav: Ayşe Elî / Navê dayîkê: Îzdehar / Navê bav: Ebdulwehab / Cih û dîroka candanê: Heleb – Şêx Meqsûd – 10ê Kanûna Paşîn a 2026an.
Navê tevgerî: Erdal Şahîn / Nav û paşnav: Elî Casim / Navê dayîkê: Îbtîsam / Navê bav: Husên / Cih û dîroka candanê: Heleb – Şêx Meqsûd – 9ê Kanûna Paşîn a 2026an.
Navê tevgerî: Reşîd Sîpan / Nav û paşnav: Mihemed Telac / Navê dayîkê: Meryem / Navê bav: Mistefa / Cih û dîroka candanê: Heleb – Şêx Meqsûd – 9ê Kanûna Paşîn a 2026an.
Navê tevgerî: Rohanda Cesûr / Nav û paşnav: Selma Berekat / Navê dayîkê: Zeyneb / Navê bav: Îdrîs / Cih û dîroka candanê: Heleb – Şêx Meqsûd – 9ê Kanûna Paşîn a 2026an.
Navê tevgerî: Watîn Firat / Nav û paşnav: Esra Şalaş / Navê dayîkê: Henan / Navê bav: Elî / Cih û dîroka candanê: Heleb – Şêx Meqsûd – 10ê Kanûna Paşîn a 2026an.
Navê tevgerî: Întiqam Amanos / Nav û paşnav: Hafiz El-Hafiz / Navê dayîkê: Tirfa / Navê bav: Ebûd / Cih û dîroka candanê: Heleb – Şêx Meqsûd – 9ê Kanûna Paşîn a 2026an.



