Mazlûm Ebdî: Divê HSD bibe beşek ji sîstema parastinê ya Sûriyeyê

25-09-2023
RÛDAW
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî
Nîşan Mazlûm Ebdî Tirkiye Sûriye HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê HSDyê Mazlûm Ebdî got, “Îran, Sûriye û Tirkiyeyê ji bo têkbirina HSDyê gelek tişt kirin lê bi ser neketin.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî di hevpeyvîna xwe ya bi Kovara El Mecellayê ya ku bi Erebî weşanê dike re geşedanên dawî û pêwendiyên bi Şamê re nirxandin.

Mazlûm Ebdî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser şerê eşîretên Ereban ên bi HSDyê re û got:

“Her sê aliyan (Îran, Sûriye û Tirkiye) xwest pêwendiyên HSDyê û eşîran û civakê xerab bikin lê nekarîbûn.

Tirkiyeyê jî ji bo ku êrişê bibin ser HSDyê yekser piştgirî da grûpên çekdar ango hêzên girêdayî Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê ku li ser navê eşîretan şer kir.”

Li gorî axaftina fermandarê HSDyê, Rûsya dê rê nede ku Tirkiye operasyoneke nû bike.

Mazlûm Ebdî diyar kir ku Amerîka beşdarî şerê Dêrezorê nebû û pêwîstî jî pê nehatiye dîtin.

“Em çareseriyeke siyasî dixwazin”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî wiha berdewam kir:

“Ez ne li dijî çûyîna Şamê me lê rewş zelal nebûye û me ji Şamê ti nîşaneyên çareseriyê nedîtin.

Me ji Rûsyayê ji bo dîtina çareseriyeke siyasî alîkarî xwest.

Em dixwazin ku Şam jî çareseriya siyasî qebûl bike ji ber ku heta niha tu gav neavêtine.

Em dixwazin HSD bi yasayî bibe beşek ji sîstema parastinê ya Sûriyeyê.

Eger ev yek pêk neyê hilweşandina HSDyê dê rêyên çareseriya sîyasî jî bigire.”

Çi bûbû?

Roja 27ê Tebaxê hêzên taybet ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li parêzgeha Dêrezorê operasyoneke berfireh a bi navê “Xurtkirina Ewlehiyê” dabû destpêkirin.

Di operasyonên HSDyê de serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle û çend kesên nêzîkî wî hatibûn desteserkirin.

Piştî desteserkirina serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle, li herêmê alozî gur bûn.

Li ser vê yekê, alîgirên Ebû Xewle êrişî xalên HSDyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir.

Herwiha çekdarên din jî êrîşî binkeya HSDyê ya li bajarokê El Besîrayê yê li gundewarê rojhilatê Dêrezorê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst