Girtiyê Kurd ê nexweş piştî 31 salan hat berdan

24-09-2024
RÛDAW
Nîşan Cengîz Eker Girtiyê Siyasî Îzmîr Îdir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê Kurd ê siyasî Cengîz Eker piştî 31 salan ji girtîgehê hat berdan.

Girtiyê Kurd Cengîz Eker sala 1993yan li gundê Beriyê yê parêzgeha Îdirê hatibû desteserkirin.

Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Erziromê bi hinceta “Xirakirina yekitî û yekparçeyiya dewletê” cezaya heta hetayê li Cengîz Eker birîbû.

Cengîz Eker di 31 salên zindanîbûna xwe de li girtîgehên cuda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ma.

Eker 22yê Îlona 2024an li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Şakranê ya Îzmîrê cezayê xwe temam kir.

Lê Şandeya Îdareya Girtîgeh û Çavdêriyê ya Girtîgehê berdana wî salekê bi paş xist.

Cengîz Eker ew ceza jî temam kir û ji girtigehê derket.

Li gorî nûçeya MAyê, Arslan li ber girtîgehê ji aliyê malbat û nasên xwe û birêvebirên TUAY-DER û MED TUHAD-FEDê û endamên DEM Partiyê ve hat pêşwazîkirin. 

Girtiyê Kurd paşê ber bi Îdirê ve hat birêkirin.

Gelek nexweşî pê re çêbûne

Cengîz Eker di lîsteya girtiyên nexweş ên giran ên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de bû.

Di girtîgehê de çend nexweşî bi Eker re çêbûbûn.

Sê 3 damarên wî xitimîne, nexweşiya dil pê re heye, 3 caran anjiyo bûye.

Her wiha nexweşiyên wekî reflu û gastrît bi wî re çêbûne û ji ber birînên ser singê wî bêhna wî diçike.

Wekî din li girtîgehê emeliyata prostatê jî bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst