Mûş - Mînîbus ji rê derket û wergeriya: 20 birîndar

23-09-2024
RÛDAW
Nîşan Mûş Kop Gimgim Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê mînîbusek ji rê derket û wergeriya 20 kes birîndar bûn.

Li nêzikî gundê Bêtûlê yê di navbera navçeyên Kop û Gimgimê yên Mûşê de otomobîla ku Alî Aktaş diajot ji rê derket û wergeriya.

Di encama qezayê de 20 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê 20 kesên birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Kopê.

Hate zanîn tîmên tenduristiyê birîndarên ku birînên wan xedar in birin nexweşxaneyên Mûş û Wanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst