Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê di operasyonekê de Seroka Komeleya Mafê Mirovan (IHD) a Şaxa Qersê Guldane Kiliç û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de, 12 kes hatin desteserkirin.
Li bajarê Qersê di demjimêrên sibehê de polîsan hevdem bi ser çend navnîşanan de girtin û rêveberên HDPê yên bajarê Qersê û Seroka Komeleya Mafên Mirov Şaxa Qersê (IHD) Guldane Kiliç jî di nav de 12 kes hatin desteserkirin.
Li gor medya Tirkiyê li Rêveberiya Asayîşa Qersê lêpirsîna derbarê kesên desteserkirî de berdewam e. Lê heta niha nayê zanîn ka li ser çi hatine destserkirin û bi çi tên tohmetbarkirin.
Ji wan 12 kesên ku hatine desteserkirin, 7 kes endam û rêvebirên HDPê ne.
Navê hinek kesên hatine girtin wiha ye:
Seroka Şaxa IHDê ya Qersê Guldane Kiliç, rêveberên bajêr ên HDPê Nuriye Erkmen, Tugba Yagişli, Oktay Tul, Endama Encûmena Şaredariyê ser bi HDPê Munevver Subaşi, serokê berê yê rêxistina HDPê ya bajêr Idrîs Agbaba û serokê berê yê rêxistina HDPê ya qezaya Akyaka Mustafa Ozmen.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse