Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Tevgerê (PKK) ragihand ku îradeya wan a ji bo çareseriya siyasî û demokratîk tam e.
Birêvebiriya Tevgerê da zanîn ku ji bilî vekişîna hemû gerîlayana ji nav sînorên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, zêdetirî 10 şikeftên li ser sînor jî hatine valakirin.
Birêvebiriyê destnîşan kir ku dema desthilata AK Partiyê avhewayeke hiqûqî ava bike “dê vegera gerîlayan a Tirkiyeyê pêk bê” û pirsgirêk di asteke mezin de çareser bibe.
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku Gulana 2025an xwe hilweşand û navê Birêvebiriya Tevgerê li xwe kir îro daxuyaniyeke berfireh a nivîskî belav kir.
Birêvebiriya Tevgerê bal kişand ser qonaxa dawî ya pêvajoya çareseriyê, gavên pratîkî yên ku wan avêtine û nîqaşên li ser xitimîna pêvajoyê.
“Zêdetirî 10 şikeftên şer hatin valakirin”
Di daxuyaniyê de pêngavên piştî banga 27ê Sibata 2025an a Abdullah Ocalan hatin bibîrxistin.
Hat ragihandin ku hilweşandina PKKyê, şewitandina sembolîk a çekan û vekişîna ji nav sînorên Tirkiyeyê delîlên guherîna stratejîk a PKKyê ne.
Birêvebiriya Tevgerê diyar kir ku piştî pesendkirina yasaya taybet a bi pêvajoyê re ya Tebaxa îsal a li Parlamentoyê, wan hemû gerîla ji Tirkiyeyê vekişandine û got:
“Şaneyên razayî yên li metropolan jî derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bûn.
Di nava du mehên dawî de zêdeyî 10 şikeftên şer ên nêzîkî sînorên Tirkiyeyê hatin valakirin.
Êdî li ser sînorên Tirkiyeyê û li wan xalên ku artêşa Tirkan lê bi cih bûye, ti hêzên me yên leşkerî nemane.
Rewşa bê şer ne tenê wekî biryareke îradî, wekî cografî jî pêk hatiye.
Ji ber vê yekê dewleta Tirk û artêşa wê nikare behsa ti gefên leşkerî yên li hemberî xwe bike.”
“Desthilat gavan navêje û dilgiranî zêde dibin”
Birêvebiriya Tevgerê rexne li helwesta desthilatê girt ku tevî pêngavên wan ên şênber hikûmet di warê pratîkî de gavên pêwîst navêje û got:
“Li ti devera cîhanê ya ku bi dehan salan şer lê qewimiye, tevgereke wekî me bi vî rengî gavên bilez û bibandor neavêtine.
Li hemberî van pêngavan, desthilata AKPyê gavên şênber neavêtine û vê yekê di raya giştî de guman çêkirine.
Li ser wan mijarên ku di rapora komîsyona Parlamentoyê de hatine diyarkirin û pêdiviya wan bi yasayan jî nîne gavên demokratîk nehatine avêtin.
Ev jî dilgiraniyên li ser ‘Gelo pêvajo xitimiye an hatiye cemidandin?’ zêde dike.
Ti dilgiraniyên me ji bo pêgeha me ya paşerojê nînin, yekane dilgiraniya me ew e ku Tirkiye bibe xwedî sîstemeke demokratîk.”
“Dema sîstema hiqûqî ava bibe veger pêk tê”
Di daxuyaniyê de daxwazên bingehîn ên ji bo dewamkirina pêvajoyê hatin destnîşankirin û hat gotin ku azadiya Abdullah Ocalan şertê bipêşveçûna pêvajoyê ye.
Birêvebiriya Tevgerê li ser vê xalê anî zimên:
“Bipêşveçûna pêvajoya aştî û civaka demokratîk tenê bi azadiya Rêber Apo dikare pêk bê.
Divê rêberê me bigihêje şert û mercên ku bikaribe bi azadî bijî û bixebite û ji bo vê jî divê Desteya Aştî û Siyasetbûnê dest bi kar bike.
Ji bo tevlîbûna li jiyana siyasî ya demokratîk me îradeya xwe bi zelalî daniye holê. Dema ku sîstema hiqûqî ya ku rê dide vê yekê bê afirandin, dê vegera ji bo Tirkiyeyê pêk bê.
Îradeya me ya ji bo çareseriya siyasî û demokratîk tam e. Dema ku desthilatdariya AKPyê atmosfera hiqûqî afirand, dê pirsgirêk di asteke mezin de çareser bibe.”
“Tenê bi bêçekbûnê pirsgirêk çareser nabe”
Birêvebiriya Tevgerê tekez kir ku ji bo çareseriya mayînde divê sedemên sereke yên şer ji holê bên rakirin û got:
“Em bi temamî tevlî wê nêrînê ne ku tenê bi bêçekbûnê pirsgirêk çareser nabe.
Divê ji bo jinavbirina wan sedemên ku Pirsgirêka Kurdan afirandine gavên demokratîkbûnê bên avêtin.
Bi vî awayî bi çareserkirina Pirsgirêka Kurdan û pirsgirêka Elewiyan re, Tirkiye dê hemû potansiyela xwe bide bipêşxistina civakî û ev model dê bala tevahiya cîhanê bikişîne.”
Pêvajoya nû ya çareseriyê piştî banga Çiriya Pêşîn a 2024an a Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî û banga 27ê Sibata 2025an a Abdullah Ocalan ketibû rojeva Tirkiyeyê.
Di vê çarçoveyê de PKKyê Gulana 2025an di kongreya xwe de biryara bidawîanîna têkoşîna bi çekan ragihandibû û Tebaxa 2026an jî yasaya çarçoveyê li Parlamentoya Tirkiyeyê hatibû pejirandin.
Niha ji bo pêngavên pêvajoyê û bicihanîna yasaya taybet a bi pêvajoyê re, çav li civîna Desteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) ya Tirkiyeyê ne ku biryar e 27ê Çiriya Paşîn were sazkirin.
Eger di wê civînê de biryara piştrastbûna ji çekdanîna PKKyê derkeve dê yasaya çarçoveyê bikeve meriyetê û dê gerîla bikaribin ji bo sûdmendbûna ji wê di nava 6 mehan de serlêdanê bikin.


