Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya Kerkûk û Hewlêrê, nêzîkî gundên Gurze û Geloziyê di qezayeke giran a trafîkê de ku 3 otomobîl li hev qelibîn, di encamê de 6 kes mirin ku 2 ji wan zarok in û 4 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêya navbera Kerkûk û Hewlêrê qezayeke giran a trafîkê rû da ku 3 otomobîl li hev qelibîn.
Hejmara birîndaran ku di agahiyên destpêkê de wekî 2 kes hatibû ragihandin, bi amarên dawî hejmara miriyan derket 4 kesan.
5 kesên di heman otomobîlê de nehatin rizgarkirin
Li gorî agahiyên ji cihê qezayê, nûçegihanê Rûdawê yê Kerkûkê Herdî Mihemed ragihand ku 3 otomobîl tevli qezayê bûne.
Herdî Mihemed da zanîn ku yek ji van otomobîlan a markeya wê Toyota Yaris bûye û her 5 kesên tê de bûn mirin.
Hat diyarkirin ku ajokarê otomobîla markeya wê Deer jî di qezayê de miriye.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, ji 6 kesên ku di qezayê de mirin 2 zarok, 2 jin û 2 jî mêr in.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Pirdeyê
Hat ragihandin ku 4 kesên di qezayê de birîndar bûne ji bo Nexweşxaneya Pirdeyê hatine veguhastin û rewşa tenduristiyê ya 1 ji birîndaran guhêrbar e.
Li aliyê din Birêvebiriya Ragihandina Tenduristiya Kerkûkê Saman Yabe jî ji Rûdawê re piştrast kir ku di qezayê de 6 kes mirin.

