Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Pirdê ya parêzgeha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê di navbera hêzên ewlehiyê yên Îraqê û çekdarên DAIŞê de şer derket.
Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê ragihand ku li Pirdê di operasyoneke pêşwext de û bi rêya êrişeke asmanî 3 çekdarên "terorîst" hatine kuştin û çekdarekî din jî hatiye desteserkirin.
Li gorî daxuyaniya Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê ku saet 20:00an di çarçoveya hewldanên berdewam ên Birêvebiriya Îstixbarata Leşkerî de ji bo şopandina paşmayiyên "komên terorîst" hêzên ser bi Fermandariya Operasyonan a Kerkûkê operasyoneke taybet encam da.
Beriya daxuyaniyê, nûçegihanê Rûdawê Herdî Mihemed li Kerkûkê ev agahî veguhastibû û amaje bi kuştina wan çekdaran kiribû.
Di daxuyaniya Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê de hatiye diyarkirin:
“Di encama şer de 3 çekdarên terorîst hatin kuştin.”
Her wiha hate destnîşankirin ku di heman operasyonê de hêzên ewlehiyê çekdarek jî desteser kir ku şofêriya çekdaran dikir.
Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê behsa wê yekê kir ku ‘hêzên ewlehiyê di pêvajoya lêgerîn û paqijkirina hûr a herêmê de berdewam in’.
Şaneyê her wiha da zanîn ku dê pişt re agahî û hûrgiliyên zêdetir li ser operasyonê de werin eşkere kirin.

