Şewata li Mêrdîn û Amedê: Hejmara wefatkiriyan bû 15

23-06-2024
Nîşan Amed Mêrdîn Şewat Wefat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmara kesên ku di şewata li Mêrdîn û Amedê de mirine gihişt 15an.

Ji ber şewatê heta niha 14 kesan wefat kiribû, Halîme Erdema ku li nexweşxaneyê dihat dermankirin jî îro rehmet kir û hejmara miriyan gihişt 15an.

20ê vê mehê di navbera navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de şewateke mezin çêbû.

Ji ber ba û bahozê agir li nava erdên 8 gundan belav bû.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca derbarê şewatê ragihandibû 12 kesan canê xwe ji dest daye.

Fahrettîn Koca herwiha eşkere kiribû ku ji ber şewatê 78 kes jî birîndar bûne.

Koca gotibû ku 5 birîndar li Amedê tên tedawîkirin û rewşa 3yan ji wan xedar e.

Birîndarên bi navên Kerîme Erdenlî û Fadil Demîr doh li nexweşxaneyê rehmet kir.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê li ser van wefatan ti daxuyanî neda û herwiha ji bo Halîme Erdemê jî heta niha ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Li hêla din, navên 15 kesên ku ji ber wê şewatê rehmet kiriye wiha ne:

Rêzan Yilmaz, Azat Yilmaz, Mazher Demîr, Nurî Demîr, Talîha Demîr, Hasan Demîr, Şeyhmus Demîr, Resûl Yilmaz, Sînan Devîren, Îsmîl Yardim, Ubeydullah Bugdayci, Abdurrahman Bugdayci, Kerîme Erdenlî, Fadil Demîr û Halîme Erdem.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst