Hewlêr (Rûdaw) - Asayîşa Silêmaniyê ragihand, piştî 24 demjimêran ji kuştina Xwanas Wirya, hêzên wan tohmetbar desteser kirine. Asayîşê got, “Tohmetbar sedema kuştinê bi cudahiya baweriyên olî ve girê dide û li xwe mikur hat ku wan gelek caran nîqaş kirine û li ser mijarê li hev nekirine.”
Li nav bazara giştî ya navçeya Çemçemal a Silêmaniyê roja Pêncşemê ciwanê 25 salî yê bi navê Xwanas Wirya ji aliyê motorsîkletsiwarekî ve rastî êrîşa çekdarî hat û canê xwe ji dest da.
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê îro Înê bi daxuyaniyekê desteserkirina tohmetbarê kuştina Xwanas Wirya ragihand û diyar kir ku ew di sala 1995an de ji dayik bûye û xelkê Çemçemalê ye.
Tohmetbar li gor madeya 406 a yasaya cezayê ya Iraqê hatiye desteser kirin. Asayîşa Silêmaniyê li ser sedema kuştina Xwanas Wirya got, “Tohmetbar sedema kuştinê bi cudahiyên baweriyên olî ve girê dide û li xwe mikur hat ku wan gelek caran nîqaş kirine û li ser mijarê li hev nekirine.”
Li gorî şahidan Xwanas Wirya roja Pêncşemê li ber dikaneke cilûbergan bûye û kujer gule li wî barandine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse