Siyasetmedar Ozguneş: Mansur Yavaş dijî Kurdan e û nijadperest e

23-03-2025
RÛDAW
Dildar Herkî û Hasan Ozguneş\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Dildar Herkî û Hasan Ozguneş\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Hasan Ozguneş Mansur Yavaş Alaya Kurdistanê CHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmedarê Kurd Hasan Ozguneş eşkere kir ku Mansur Yavaş nijadperest e û dijî Kurdan e.

Li pîrozbahiya Newrozê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê polîsan şekir li zarokan belav kirin.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansur Yavaşê ku xwedî paşxaneke nijadperestiyê ye xwest ku hêzên ewlehiyê heman miameleya li Şirnexê li xwenîşanderên Stenbolê jî bikin û dev avêt Alaya Kurdistanê û nirxên Kurdan.

Mansûr Yavaş ji Alaya Kurdistanê re gotibû “paçik” her wiha piştî wê gotina wî baroyên bajarên Wan, Şirnex û Amedê yên Bakurê Kurdistanê dijî Mansûr Yavaş doz vekiribûn.

Parlementerê berê yê HDPyê û siyasetmedar Hasan Ozguneş li ser gotinên Mansur Yavaş ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku Mansur Yavaş li hemberî Kurdan e û wiha domand:

“Mansur Yavaş kesekî nijadperest e. Berê di nava ocaxên nijadperestan de bû. Ew ji nava nijadperest e, ji xwe ev 100 sal e wê xeta nijadperest kareset bi serê gelê Kurd de aniye.

Berxwedana gelê Kurd li hemberî wê xetê ye li hemberî wê hişmendiya riziyayiye.

Nijadperest tehmûla navê Kurdan nakin, tehamûla zimanê Kurdî û Kurdistanê nakin, rêngên Kurdan qebûl nakin.

Ev sed sal e ji xwe em ji bo vê têkoşînê didin.

Berxwedana me, hevkarî û siyaseta me biryarên me yên taktîk û stratejîk ne li gorî kesên nijadperest e li gorî demê û li gorî berjewendiyên gelê me ye.

Ez jî Mansur Yavaş şermezar dikim. Mejiya wan mejiyê faşîstan û Naziyan e.”

“Peyamên Rêzdar Mesûd Barzanî û Bafil Talebanî yên Newroza Amedê gelekî girîng bûn”

Hasan Ozguneş behsa helwesta siyaseta Kurd a li hemberî partiyên Tirkiyeyê jî kir û wiha got:

“CHP gelek caran hevdîtinên xwe yên li meclisê xwerexneyiya xwe daye û eşkere kiriye ku Komara Tirkiyeyê ji aliyê Kurdan û Tirkan ve hatiye avakirin.

Berpirsên CHPyê piştî Peymana Lozanê helwesta xwe li hemberî Kurdan guherand.

Di nava CHPyê de gelek alî hene, komunîst hene, nijadperest hene, kesên demokrat hene.

Em wekî Kurd li hemberî nijadperestan kar dikin. Kîjan partî be ferq nake em dijî nijadperestan bûn.

Ji bo me AK Partî û CHP, MHP û Partiya DEVAyê wekî hevdû ne, em hemûyan nas dikin.

Em ji wan bawer nakin 40- 50 milyon Kurd em bi wan bawer dikin.

Peyamên Rêzdar Mesûd Barzanî û Bafil Talebanî yên Newroza Amedê gelekî girîng bûn.

Îro cihan dostê me ye çi hatibe serê Beşar Esed û Sedam Husên dê heman tişt were serê wan jî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst