Hewlêr (Rûdaw) - Li gel zêdebûna revenda (diyaspora) Kurdî li welatên cîhanê, bikaranîna zimanê Kurdî ji aliyê hikûmet, sazî, dezgeh û rêxistinan ve ji bo eşkerekirina xizmetguzarî û berhemên xwe bo bikarhênerên Kurd zêde dibe.
Li gelek welatan êdî zanyarî û xizmetguzarî bi Kurdî jî tên eşkerekirin. Yek ji wan welatan Awistralya ye ku dema serdana malpera hikûmetê tê kirin, tê dîtin ku siyaset û yasayên wî welatî yên li ser koçberan, mafên penaberan, mafên karkirinê û tendirustiyê bi zaraveyên Kurmancî û Soranî yên Kurdî jî hatine danîn.
Hejmareke podcastan jî li malpera hikûmeta Awistralyayê hatine danîn ji bo ku hevwelatiyên Kurd jibilî xwendinê, bi guhdarîkirinê jî agahdarî rênimayên di warên cuda de bibin.
Li gor serjêmêriya sala 2016 a Awistralyayê, nêzikî 10 hezar Kurd li wî welatî dijîn.
Ne tenê ji bo xizmetguzariyan
Li beşeke welatên Ewropayê, bikaranîna zimanê Kurdî tenê bi gihandina xizmetguzariyan nemaye. Hinek partiyên siyasî di dema bangeşeya hilbijartinê de, bername û planên xwe bi zimanê Kurdî jî belav dikin ji bo ku bala dengderên Kurd bo aliyê xwe bikişînin.
Partiya Gel a Krîstiyan a Norwecê, di hilbijartinên 13ê Îlona îsal de, planên xwe yên ji bo parastina behayên Norwecê, mafên mirovan, azadiya malbatan ji bo rêgirîkirina li çêkirina zarokan, piştevaniya wan malbatên ku kesên bitemen tê de hene, dabînkirina derfetên kar û perwerdê bi zaravayê Kurmancî jî belav kirin.
Sindoqa Entegrasyona Koçber û Penaberan a ser bi Yekîtiya Ewropayê (YE) ve jî îsal, siyaseta xwe ya ji bo dersînorkirina penaber û koçberan ji bo her 27 welatên endamên wê yekîtiyê bi zaraveyê Soranî belav kir.
Wezareta Tendirustî ya Swîsrê ji sala 2019an ve, malpereke taybet bi tendirustiya penaberan daniye û tê de li gel zimanên din, bi herdu zaravayên Kurmancî û Soranî yên Kurdî, derbarê nexweşiyên tên guhestin, nîşaneyên nexweşiyê, çawaniya wergirtina çareserî û xweparastinê û sîstema tendirustî ya Swîsreyê zanyariyan eşkere dike.
Rênimayên bi Kurdî
Li gel belavbûna şewba Coronayê, beşeke zêde ya welatên Yekîtiya Ewropayê, rênima û tedbîrên xwe bi zimanê Kurdî ji bo revend, penaber û koçberên Kurd berdest kirin.
Wezareta Tendirustî ya Denmarkê, di rênimayên xwe de ku bi Kurdî jî belav kirine, behsa xweparastina ji Coronayê, girîngiya pêkanîna pişkinînê, çawaniya xwekarantînkirinê û girîngiya wergirtina vaksînê dike.

Li gor serjimêriya nefermî, hejmara welatiyên Kurd li Denmarkê di navbera 25 ta 30 hezar kesî de ye.
Ev tenê beşeke biçûk a wan welatan e ku bi zaraveyên Kurdî zanyariyan ji bo agahdarkirina li ser koçber, penaber û revenda Kurdî derbarê mafên wan û tendirustiya wan de berdest dikin.
Di van salên dawî de hejmareke zêde ya pêgehên teknolojiyê yên cuda jî, zimanê Kurdî li platformên xwe zêde kirine. Bo nimûne bikarhênerên Kurd dikarin bi zimanê xwe sûd ji Google û Facebookê bibînin.
Sala 2016an, Googlê Kurdiya Kurmancî li bernameya xizmetguzariya wergerê ya Google Translate zêde kir û niha jî amadekarî tên kirin ku Kurdiya Soranî bi awayekî fermî bikeve lîsta zimanan a Google Translate. Niha ji ber ku hîn tam amade nebûye û ji ber pirsgirêkeke teknîkî, di dema danîna nivîseke bi Soranî de li bernameya Google Translate, wek zimanê Uygurî serederî li gel tê kirin, lê li gel vê yekê hinek caran gelek bi serkeftî wergerê pêk tîne. Herwiha li aliyê din dema ku nivîsek bo Uygurî tê wergerandin, xeletî çênabe û werger bi zimanê Uygurî derdikeve, ne ku bi Kurdî.
Pirsgirêka teknîkî
Li ser vê pirsgirêka teknîkî, Google ragihand, her çiqas wergera Soranî bo ser zimanên din temam û bêpirsgirêk e, dibe hinek caran xeletiyên mezin rû bidin ji ber ku ferheng û databaseyên bo Kurdiya Soranî li ser wê platformê, hîn bi temamî amade nebûne.
Tevî hebûna kêmasiyan, li Facebook û Twitterê jî bikarhênerên zimanên din dikarin wan postên bi Kurdiya Soranî hatine belavkirin, wergêr in ser zimanên xwe, ji ber ku herdu torên civakî jî pişta xwe bi xizmetguzariyên wergera Googlê girê didin.

Herwiha roja 20ê Tebaxa 2020, malpera Bing Translator a ser bi kompaniya Microsoftê ve, zaraveyên Kurmancî û Soranî li xizmetguzariyên xwe zêde kirin ku bikarhênerên wê platformê bikarin bo Kurdî werger bikin an jî ji Kurdî wergerînin.
Cîhanîbûna teknolojiyê
Li gel cîhanîbûna teknolojiyê, riwangeya xwebicihkirina di nav kompanyayên mezin ên di vî warî de, bûye tiştekî sereke ku her yek ji wan hewl didin xizmetguzarî û berhemên xwe ji zêdetirîn bikarhêneran re bigihînin. Ji bo vê mebestê jî, ew kompanî pena dibin bo wergera berhemên xwe bo ser zaraveyên cuda.
Li gor Fermangeha Teknolojiya Zanyarî, li Herêma Kurdistanê, di heyama 10 salên derbasbûyî de, bikaranîna înternetê bi awayekî berçav zêde bûye û li gor amarên wê fermangehê ku Sibata 2021an belav kirine, sala 2010an hejmara bikarhênerên înternetê 335 hezar û 740 kes bûn, lê sala 2020 wê hejmarê 3 milyon kes derbas kir.


.webp&w=3840&q=75)
