Hewlêr (Rûdaw) - Di nav ava Gola Bendava Heskîfê ya li navçeya Heskîfê ya Êliha Bakurê Kurdistanê de termê jinekê hat dîtin.
Li taxa Kulturê ya Heskîfê, welatiyan li nêzîk peravên Bendava Heskîfê (Bendava Germanê) termê jinekê dît û Navenda Banga Bilez a 112an ji rewşê agahdar kir.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Termê wê ji nav avê hat derxistin û tîman term veguhast mirîxaneya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.
Li nêzîkî cihê bûyerê bi 100 metreyî tiştên wê jinê hatin dîtin.
Hat zanîn jina ku mirî hatiye dîtin Lale Uluç e û derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê hat kirin.



