Hewlêr (Rûdaw) - Mihemed Nûr Hebeş ciwanekî 20 salî yê ji Efrînê ye, ew ji dema şerê li Şêx Meqsûdê (Heleb) ve hatiye girtin û heta niha ti agahî li serê nînin.
Basil Hebeşê birayê Mihemed Nûr li ser mijarê ji Rûdawê re got:
"Birayê min ji dema şerê li Şêx Meqsûdê ve hatiye girtin. Pêwendiya me ya dawî pê re roja 8ê Kanûna Paşîn a 2026an bû.
Tiştê ku em li ser dizanin ew e ku Mihemed Nûr di destê kesekî bi navê Ebû Farûq Etarib de ye."
Basil her wiha diyar kir ku Ebû Farûq Etarib telefonî wan kiriye û ji bo berdana birayê wî 20 hezar dolar xwestine.
Kê çi gotiye?
Basil eşkere kir ku dayîka wî li zîndana Helebê li kurê xwe pirsiye lê wan jê re gotiye "Kurê te ne li cem me ye."
Basil dibêje kesên girtî yên ku di vê dema dawî de hatine berdan ji wan re gotiye ku Mihemed Nûr di zîndanê de ye lê ew heta niha nizanin di kîjan zîndanê de girtî ye.
Banga ji bo rêxistinên mafên mirovan
Basil bi rêya Rûdawê xwest peyamekê bigihîne aliyên desthilatdar ên li Sûriyeyê û got:
"Em bangeke lezgîn li desthilatdarên Sûriyeyê, hemû rêxistinên mafên mirovan û yên mirovî û her kesê xwedî wijdan dikin ku bilez destwerdanê bikin.
Ji bo berdana bê qeyd û merc a birayê min û eşkerekirina çarenivîsa wî bi awayekî fermî kar bikin.
Çavlirêbûna me gelekî dirêj bû û malbata me êdî nikare zêdetir êş û dilgiraniyê ragire.
Em niha azadiya birayê xwe dixwazin û em hêvîdar in ku di dema herî zû de bi sax û silametî vegere nav malbata xwe.
Berdana wî ne tenê daxwazek e, mafekî mirovî ye ku divê bêyî derengî were bicihanîn."
Mihemed Nûr Hebeş sala 2006an ji dayîk bûye û ji gundê Bedînoyê yê Efrînê ye. Bi gotina birayê wî, Mihemed Nûr endamê Asayîşê bû.



