Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Fermandarê Giştî yê Asayîşa Hisîçayê Siyamend Efrîn ragihand ku birêketina karwanê yekem ê malbatên koçber ên ji bajarê Serê Kaniyê heta 10ê Tebaxa 2026an hatiye bipaşxistin.
Siyamend Efrîn diyar kir ku sedema vê bipaşxistinê temamnebûna amadehiyên lojîstîk ên ji bo vegerê ye.
Li gorî daxuyaniyê, ev karwanê yekem ji 648 malbatan pêk tê.
Tê pêşbînîkirin ku karwan piştî temambûna amadehîyên pêwîst, ji xala kombûnê ya li gundê Twêneyê ber bi bajarê Serê Kaniyê ve bi rê bikeve.
Twêne li ber Kampa Waşokaniyê ya li bajarê Hisîçayê ye.
Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed doh ji Rûdawê re ragihandibû ku îro (06.08.2026) bêhtirî 600 malbatan vedigerin malên xwe yên li Serê Kaniyê.
Peymana 29ê Kanûna Paşîn
Siyamend Efrîn da zanîn ku ev gav di çarçoveya bicihanîna xalên peymana 29ê Kanûna Paşîn de tê avêtin.
Divê were gotin ku di çarçoveya wê peymanê de koçberên Efrînî jî vegeriyabûn warê xwe.


