Li Erziromê berî ax biqerise 600 gor hatin kolan

22-11-2023
RÛDAW
Nîşan Erzirom Gor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Erziromê ku di mehên zivistanê de axa wê diqerise û ji ber vê kolandina goran dijwar dibe, bi alîkariya mekîneyên kar 600 gor hatin kolan.

Li parêzgeha Erziromê yê Bakurê Kurdistanê ku berfbarîn lê zêde ye û  germa hewayê bi qasî 20 pileyan dadikeve bin sifirê, ji ber vê yekê karê kolana goran dijwar dibe.

Ji ber vê yekê di mehên payizê de ji bo zivistanê gor tên kolan.

Rêveberiya Şaxa Goristanan a Şaredariya Bajarê Mezin li Goristana Esrî û ya Abdurrahman Gaziyê bi alîkariya mekîneyên kar 600 gor kolan.

Di karê kolandinê de ku ekîbên şaredariyê jî tê de xebitîn, dîmenên goristanên bi berfê nixumandî û gorên ku nû hatine kolan, bi droneyê hatin kişandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst