Parêzerê Ocalan li ser gotinên Bahçelî axivî

22-10-2024
RÛDAW
Parêzerê Abdullah Ocalan, Îbrahîm Bîlmez bû mêvanê Rûdawê
Parêzerê Abdullah Ocalan, Îbrahîm Bîlmez bû mêvanê Rûdawê
Nîşan Abdullah Ocalan Devlet Bahçelî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji bo ku muwekilê xwe Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bibînin serî li dozgerî û Birêvebiriya Girtîgehê Îmraliyê da.

Parêzerê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan, Îbrahîm Bîlmez got, “Gotinên Bahçelî girîng in.”

Parêzerê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan, Îbrahîm Bîlmez bû mêvanê bultena Rûdawê û bersiva pirsên li ser gotinên  Bahçelî da.

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî got ku bila Ocalan li Parlamentoya Tirkiyeyê di komcivîna DEM Partiyê de biaxive.

Parêzerê Ocalan, Îbrahîm Bîlmez li ser pêşniyara Bahçelî got:

“Gotinên Bahçelî girîng in. Em dixwazin dawî li girtina Ocalan were.

44 meh in em daxwaza dîtina Ocalan dikin û Wezareta Dadê red dike.

Ev demeke dirêj e em nizanin rewşa Ocalan çawa ye.

Nameyên ku em ji Ocalan re dişînin jî bê bersiv dimînin.

Divê çewisandina dengê Ocalan raweste.”

Parêzerê Ocalan, Îbrahîm Bîlmez her wiha da zanîn:

“Ji sala 2011ê ve em bi telefonê bi Ocalan re neaxivîne.

Tecrîda li Ocalan tê kirin li Guatamalayê jî nebû.”

"Bahçelî tiştekî ku divê were gotin dibêje"

Bîlmez her wiha li ser banga Bahçelî ya axaftina Ocalan a li Parlamentoyê anî ziman:

“Bahçelî tiştekî ku divê were gotin dibêje. Berî avêtina her gavekê divê em Ocalan bibînin û nêrîna wî bistinîn.

Ti hincet ji bo redkirina dîtina Ocalan nîne.”

Parêzerên Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ê ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye û 44 meh in agahî jê nayê standin, serlêdaneke nû kir.

Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Mazlum Dînç ve hat kirin.

Parêzerên ku serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Birêvebiriya Girtîgehê ya Îmraliyê da, ji bo muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş serlêdan kir.

Qedexeya hevdîtina parêzeran a di dema Rewşa Awarte (OHAL) de ku Tîrmeha 2016an hatibû ragihandin, heta Sibata 2018an berdewam kir.

Piştî wê serlêdana parêzeran a hevdîtinê her 6 mehan carê hat redkirin.

Herî dawî 3yê Gulana 2024an serlêdana hevdîtina parêzeran a ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ve hatibû redkirin.

Bi biryara dawî ya qedexeyê re, di nava 8 salan de herî kêm 13 caran hevdîtina parêzeran hatibû redkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst