Jina 78 salî bi Kurdî bi Erdogan re axivî

22-08-2024
RÛDAW
Jina 78 salî bi Kurdî bi Erdogan re axivî / Wêne: AA
Jina 78 salî bi Kurdî bi Erdogan re axivî / Wêne: AA
Nîşan Zelîha Yildirim Semsûr Kurdî Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê jineke Kurd a bitemen di pêwendiyeke telefonî de bi Kurdî bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp re Erdogan axivî.

Erdogan li ser vê yekê daxwaz wergerikî bi Kurdî bizane kir.

Wezîrê Bajarvanî, Jîngeh û Guherîna Keşûhewayê yê Tirkiyeyê Murat Kurum îro çû parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê.

Erhejên 6ê Sibatê zerereke zêde ya madî û canî li wê parêzgehê li pey xwe hiştibû.

Murat Kurum di çarçoveya serdana xwe de çû cem malbateke zererpêketiya erdhejê.

Jina bi navê Zelîha Yildirim a 78 salî ku yek ji endamên wê malbatê bû ji Kurum xwest bi Erdogan re bi rêya telefonê biaxive.

Murat Kurum daxwaza wê bi cih anî û telefonî Erdogan kir.

Wê jinê ji ber ku tenê bi Kurdî dizanî bi Erdogan re jî xwest bi Kurdî biaxive.

Erdogan li ser vê yekê daxwaz kir ku kurê Zelîha Yildirim bibe wergêr û peyama dayika xwe bigihîne wî.

Erdogan ji jina bi temen a Kurd xwest ku diayan jê re bike, Zelîha Yildirim jî ji Erdogan re got Xwedê ji te razî be. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst