Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê derve yê Iraqê yê berê û endamê polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî li ser topbarana seyrangeha Perexê li sînorê Zaxoyê pêşniyar kir ku komîteyeke lêkolînê ya sê alî di navbera Iraq, Tirkiye û Herêma Kurdistanê de bê avakirin.
Hoşyar Zêbarî ku di navbera salên 2006 ta 2010an de wezîrê derve yê Iraqê bû, li ser twittera xwe derbarê bûyera topbarana seyrangeha gundê Perexê li sînorî îdareya serbixwe ya Zaxoyê li parêzgeha Duhokê peyamek belav kir.
Zêbarî di twîtekê de ku duh 21ê Tîrmehê belav kiriye, amaje bi wê yekê dike, ku topbaran bi topa 155 mm hatiye kirin û dibêje, “dibe ku topbaran ji nav axa Tirkiyê ve hatibe kirin.”
Hoşyar Zêbarî wiha dibêje, “Tişta ku berpirsên Tirkiyê di derbarê armanckirina seyrangeheke sivîl li Zaxo de fêm nakin ew e ku hemû şehîdên bêguneh Erebên Iraqê yên ji başûrê Iraqê ne ku ji bo geştiyariyê û betlaneyên havînê hatine cihê herî dûr ê welatê xwe û topbaran bi topa 155 mm hatiye kirin, û belkî ji hundirê Tirkiyê!”
Endamê polîtboruya PDKê pêşniyar dike ku ji bo lêkolîna derbarê bûyerê de komîteyeke hevbeş a sê alî bê avakirin û dibêje, “Çêtir e komîteyeke lêkolînê di navbera Iraq-Tirkiye û Herêma Kurdistanê de bê avakirin.”
Roja Çarşembê 20ê Tîrmeha 2022an, seyrangeha gundê Perexê li navçeya Zaxoyê li Herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve hat topbarankirin û di encama topbaranê de 9 kes hatin kuştin û 26 kes jî birîndar bûn.
Hikûmeta Iraqê dibêje, Tirkiyê topbarana ser cihê geştyarî ya li navçeya Zaxoyê kiriye, lê Tirkiye wê yekê red dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse