Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Başanê ya parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê, wesayîteke leşkerî ji kontrolê derket û qulibî.
Di qezayê de leşkerek mir û 2 leşker jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku wesayîta leşkerî ya ku karmendên Qereqola Şehîd Bulent Aydin vediguhast, dora demjimêr 15:30î ji rê derketiye û wergeriyaye.
Li ser agahdarkirina şahidan gelek tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.
Hat diyarkirin ku di qezayê de leşkerek miriye û 2 leşker jî birîndar bûne.
Leşkerên birîndar piştî midaxeleya ewil a li cihê bûyerê, bi ambulansan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Nevruz Erezê.
Hat ragihandin ku li ser qezayê lêkolîn hatiye destpêkirin.



