Hisîça (Rûdaw) - Şervanê Kurd Samî Şêxmûs Hiso (Sîpan Hesekê) ji aliyê komeke çekdar ve hat revandin û kuştin.
Samî Şêxmûs Hiso ji mala xwe ya li Hisîçayê hat derxistin û ji aliyê komeke çekdar a ji Dêrezorê ve bi çek û kêran hat kuştin.
Ev ne êşa yekem a vê malbatê ye ku berê jî 2 birayên wî di şerê li dijî DAIŞê de şehîd ketibûn.
Xwişka Sîpan, Fener Hisoyê bi kovan û keser qala kuştina birayê xwe kir û got:
“Gotin serê wî jê kirine yadê, çavên min birijin, em tiştekî nizanin.”
Samî Şêxmûs Hisoyê ku bi Sîpan tê naskirin 26 salî bû.
Ew berê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bû û piştî wê bû leşkerê Lîwaya Hisîçayê ya girêdayî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê.
"Ew ji malê birin"
Xwişka din a Sîpan, Nifûsa Hisoyê jî bertek nîşanî vê hovîtiyê da û anî zimên:
“Ma ne entegrasyon çêbûye, gerek dewlet û qanûn hebin lê wan bi xwe belav kiriye ku bi kêr û çekan ew kuştine.
Eşîr tev de lê kom bûne. Ne em wan nas dikin ne jî em dijmin in.
Birayê min li ser karê xwe bû. Ma ka Asayîş?
Ew ji malê birin, telefonî wî hat kirin û jê re gotin, were civîn heye.”
Nîvroya roja pêncşemê kesekî nenas pêwendî pê re danî û ew ji mala wî ya li Hisîçayê derxist.
Piştî vê rûdanê tenê bi 3 demjimêran dîmen û vîdeoyên kuştina wî ji aliyê bikujan ve li ser torên civakî hatin belavkirin.
Birayê Sîpan, Rêzan Hiso li ser şêwaza kuştina birayê xwe got:
“Destpêkê gule berdane lingê wî û paşê di stûyê wî de çend derb hebûn, ew kuştibûn, gule bûn.”
Heta niha kes li ser bûyerê nehatiye desteserkirin lê Parêzgarê Hisîçayê ragihand ku hêzên ewlehiyê hemû hewlên xwe didin da ku rastiyê eşkere bikin.
Parêzgar her wiha ji hemû aliyan xwest ku aram bin, xwe ragirin û rê nedin şerekî civakî.
Samî Hiso kî ye?
Samî Şêxmûs Hisoyê bi nasnavê "Sîpan Hesekê" 26 salî bû.
Ew wekî leşkerê Lîwaya Hisîçayê ya Artêşa Ereban a Sûriyeyê erkdar bû.
Dê û bavê Samî berê mirine.
Du birayên wî yên bi navên Husên û Sîpan jî berê di şerê li dijî DAIŞê de şehîd ketibûn.
Samî piştî şehadeta birayê xwe Sîpan, navê wî ji bo xwe wekî nasnav hilbijartibû.
Ji malbata wî niha 5 xwişk û 7 birayên wî mane.


