Hewlêr (Rûdaw) - Beşa Creativeyê ya Tora Medyayî ya Rûdawê, ji ber nûbûn û dahênanên di dîzaynê de, Xelata Navneteweyî ya Stevieyê ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê stand.
Merasîma dayîna Xelatên Stevieyê îro li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê hat lidarxistin.
Beşa Creativeyê ya Rûdawê bi projeya "Rebranding û Nasnameya Dîjîtal a Tora Medyayî ya Rûdawê 2025an" di beşa "Dahênana di Rebrandingê de" bala komîteya Xelatên Stevieyê kişand û xelata zîvîn wergirt.
Berpirsê Beşa Creativeyê ya Rûdawê Mihemed Sefer di merasîmê de amade bû û dema wergirtina xelatê got:
"Bidestxistina vê xelatê ji bo me di Tora Medyayî ya Rûdawê de cihê serbilindiyeke mezin e.
Ji bo me, ev yek ji nû ve nîşandana nûbûnê ye ku tenê bi wateya derketina bi dîmenekî nû nebûye, bi wê yekê ve girêdayî ye ku em çawa nasnameya xwe bi baweriya bi xwe û ji bo armancên mezintir ji nû ve pênase bikin."
Mihemed Sefer her wiha destnîşan kir:
"Wergirtina xelata 7emîn a Stevieyê ji bo Rûdawê, vê gavê gelekî taybet dike.
Ez gelekî serbilind im bi tîma me ya dahêner û serbilind im ku em dahênanê ji Kurdistanê digihînin cîhanê."
Ev xelata navneteweyî ya duyem e ku Beşa Creativeyê ya Tora Medyayî ya Rûdawê distîne.
Beşa Creativeyê destpêka salê jî ji bo baştirîn raman Xelata Sêwirandinê ya Fransayê wergirtibû.
Rûdaw li gel şirketên herî navdar ên cîhanê ye
Salane zêdetirî 12 hezar beşdarên ji seranserî cîhanê di pêşbirka Xelatên Stevieyê de hevrikiyê dikin.
Ev 7emîn Xelata Stevieyê ye ku ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdawê ve tê wergirtin.
Rûdawê salên 2023, 2024 û 2025an jî 6 xelatên din ên Stevieyê bi dest xistibûn.
Niha navê Tora Medyayî ya Rûdawê di rêza hejmarek şirketên mezin ên navneteweyî de ye ku di salên borî de di bernameyên cuda yên Stevieyê de hatine xelatkirin.
Di nav wan de şirketên cîhanî yên wekî Netflix, Amazon, Google û Apple jî hene.
Komîteya juriyan a Xelatên Stevieyê pesnê projeya Tora Medyayî ya Rûdawê da û ragihand:
"Ji bo pênasekirina xwe ya wekî aktorekî hemdem ê di cîhana medyayê de wan karekî gelekî baş kiriye."
Xelata Stevieyê ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê sala 2019an ji aliyê Rêxistina Xelatên Navneteweyî yên Stevieyê ve hatiye damezirandin û tê de xelat pêşkêşî dahênerên di warên cuda yên herêmê de tên kirin.


