Li Amûdê cenazeyên 2 berpirsên Rêveberiya Xweser hatin veşartin

22-06-2023
Loloxan
Li Amûdê cenazeyên 2 berpirsên Rêveberiya Xweser hatin veşartin
Li Amûdê cenazeyên 2 berpirsên Rêveberiya Xweser hatin veşartin
Nîşan Rêveberiya Xweser Amûdê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê cenazeyên 2 berpirsên Rêveberiya Xweser û şofêrê wan hatin veşartin.

Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê cenazeyên du berpirsên Cizîr a Rojavayê Kurdistanê ya ser bi Rêveberiya Xweser ve Yusra Derwêş û Leyman Şiwêş li gel şofêrê wan ku ji aliyê droneke Tirkiyê ve roja 20ê Hezîranê hatibûn armanckirin bi axê tên sipartin.

Hevserokê Rêveberiya Xweser Hikmet Hebîb anî ziman, “Em îro grûpeke şehîd, sê şehîdan bi axê dispêrin ku doh ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve hatibûn armanckirin. Hevseroka navçeya Qamişlo û cîgira wê li gel şofêrê wan. Bi rastî ev êrîş beşeke ji siyaseya Tirkiyê ya sîstematîk e dijî navçeyên me. Di dema berpirsyariya hikûmeta Şamê di ber vê êrîşê de mezin dimîne, bi taybetî di warê binpêkirina serweriya Sûriyê de ji aliyê bombebaran û firokeyan ve.”

Li gor berpirsên Rêveberiya Xweser ev êrîş piştî gera 20emîn a Astanayê hatiye kirin. Li gor Rûsyayê jî nexşerêyek ji bo asayîkirina peywendiyan di navbera Sûriyê û Tirkiyê de li Astanayê pêk hatiye.

Berdevka PYDê Sîma Bekdaş got, “Ev ne cara yekem e Tirkiye vî karî dike, êrîşên Tirkiyê rojane berdewam in lê di dema dawî de zêde bûne û bi taybetî piştî lidarxistina Astanayê. Em dizanin encamên civîna Astanayê wê armanckirina Rêveberiya Xweser û navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê be.”

Ji destpêka sala 2023an û heta niha, dronên Tirkiye 19  caran navçeyên Rêveberiya Xweser kirin armanc, di encamê de 25 kesan canê xwe ji dest dane û 19 kesên din jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst