Li Nisêbînê êrişa bi kêrê: 4 kes birîndar bûn

22-05-2024
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Nisêbîn Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Mêrdîna Bakurê Kurdistanê kesekî bi kêrê êrişî dikanekê kir û 4 kes birîndar kirin.

Dîmenên wan keliyan ji aliyê kamerayên çavdêriyê ve hatin girtin.

Li Taxa 8ê Adarê ya Nisêbînê duh êvarî, kesekî ji ber sedemeke nediyar bi kêrê êrişî çar kesên ku di dikanekê de bûn kir.

Wî kesî ew her çar kes bi kêrê birîndar kirin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyê.

Êrişkar ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst